Serok Barzanî: Kurdistanê tu caran rêya tolhildanê nedaye pêşya xwe

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Kerîm Esed Ehmedxan Yarîdeder û Şêwirmendê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî yê ji bo lêkolîna li tawanên DAIŞ û şand a ligel kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Kerîm Esed Ehmedxan Yarîdeder û Şêwirmendê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî yê ji bo lêkolîna li tawanên DAIŞ û şand a ligel kir.

Di hevdîtinê de Şêwirmendê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî yê ji bo lêkolîna li tawanên DAIŞê, pesnê rola Serok Barzanî ya li rûbirûbûna terorîstên DAIŞ de kir û pêzanînên xwe ji bo qehremanî û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li têkşikandina terorîstên DAIŞ de hebû. Her wiha Serok Barzanî li erk û karê xwe agahdar kir, ku ji aliyê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ve ji bo lêkolîna li tawanên DAIŞ pê hatiye raspardin û destpêkirina proseya dadgehkirina wan endamên DAIŞê ku destên wan li tawanan da hebûye. Ji bilî balkişandina şikandina DAIŞ li rûyê serbazî ve wê yekê xiste rû, ku ew tawanên li Iraq û Kurdistanê ji aliyê DAIŞ ve hatine encamdan diçin çarçêweya jenosaydê. Tekez jî li wê yekê kir, ku hewla rêxistina Neteweyên Yekgirtî ji bo dadgeh kirina tawanbarên DAIŞ, bi navê cûdakirina tawanbaran û rexsandina bingeha aştevayî niştîmaniye. Daxwaz jî kir, ku aliyên peywendîdar ên li Herêma Kurdistan û Iraqê hevkarê tîma rêxistina Neteweyên Yekgirtî bin. Her wiha ragihand ku li vê erkê da pêwîstîya berdewamiya şîret û rênîşandana Serok Barzanî heye.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî pêzanîna wê biryara rêxistina Neteweyên Yekgirtî, bi erkekî pîroz da zanîn û piştevaniya xwe ya tevahî ya bi navê dadgeh kirin û sizadana tawanbarên DAIŞê ji bo vê hengavê ragihand.

Her li vê civînê de Serok Barzanî hêmaya qurbanîdana gelê Kurdistan û Pêşmerge da li şerê terorîstan da û tekez li wê yekê kir ku ji bilî wan hemû êşên li ser gelê Kurdistanê da hatine, gelê Kurdistanê bi navê vekirina rûpelekî nû û aştevayî da tu demekî dest ji bo tolhildanê nebiriye.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî ronahî xiste ser gefên DAIŞ û ragihand, ku rast e DAIŞ li rûyê serbazî ve şika ye, lê belê gefên DAIŞê her man e û ew gef tevahiya cîhanê kiriye armanc. Serok Barzanî ev e jî bi şanda mîhvan ragihand, ku armanca terorê dirustkirina nakokî û dijayetiya di navbera olan e û ev e jî, babetek metirsîdar e. ji bo wê yekê rûbirûbûna wê metirsiyê hewl û hemahengiya hemû aliyên navdewletî pêwîst e.

 

 

 

C.B