Neteweyên Yekgirtî: Hejmara penaberan 70 milyon kes derbas kir

Komiseriya Bilind a Penaberan girêdayî Neteweyên Yekgirtî (UNCHR) diyarkir, hejmara penaberan, ku jiber şer, tade û eşkenceyê mal û warên xwe bicîh hiştî gihiştiye 70.8 milyonan

K24 – Navenda Nûçeyan

Komiseriya Bilind a Penaberan girêdayî Neteweyên Yekgirtî (UNCHR) diyarkir, hejmara penaberan, ku jiber şer, tade û eşkenceyê mal û warên xwe bicîh hiştî gihiştiye 70.8 milyonan. Ev hejmar bilindtirîn hejmar a ku heta niha hatiye tomarkirin e.

Ligor rapora UNCHR hejmara penaberan ligor sala 2017an 2.3 milyonan zêde bû ye û ligor 20 sal berê du caran zêde bû ye. Hejmara penaberan rojan e 37 hezar kes e.

Herî zêde penaber ji Sûriye, Efxenistan, Sudan a başûr, Myanmar û Somalî ne. Hejmara penaberên ji Sûriye 6.7 milyon, ji Efxanistanê2.7 milyon in.

 

 

C.B