Îran: 8ê Tîrmehê Rêkeftina Atomî hildiweşe, vê demê dirêj nakin
K24 – Navenda Nûçeyan
Komara Islamî ya Îranê ragihand, ku dema ji bo welatên Ewrûpayê, di çarçoveya dirêjkirina Rêkeftina Atomî de, hatiye naskirin di 8ê Tîrmehê de diqede û Îran carek din vê demê dirêj nake.
Ligor ragihandina Saziya Eneriya Atomî ya Îranê, Îran amade ye ast a pitandina ûranyûmê dewlemendtir bike.
Îran daxwazê ji welatên Rêkeftina Atomî imze kirin e dike, ku li dij dorpêçên Amerika derkevin. Dorpêçên Amerika bandorek neyênî li aboriya Îranê dike û welatên Ewrûpa divê ji bo lawazakirina bandora neyênî, piştgiriya Îranê bikin.
Peyvdarê SaziyaEnerjiya Atomî Behrûz Kemalwendî, dema 60 rojan ku Îran daye welatên Ewrûpayê, pabendbûna xwe bi Rêkeftina Atomî diyar bikin û destê alîkariyê bigihînin Îranê nayê dirêjkirin û piştî wê Îran dê derbasî asta duyem bibe, ango pitandina ûranyûmê zêde bike.
Welatên Ewrûpa û herweha Neteweyên Yekgirtî jî, bala Îranê kişandin e, ku pabendî xalên Rêkeftina Atomî be.
C.B