MHP: Daxwaza fermîbûna Kurdî, armanca perçekirina Tirkiye ye

Parlementoya Tirkiye liser pirsnameya Partiya Demokratîk a Gelan HDP ya rakirina tabelayên Kurdî li çendîn bajarên bakurê Kurdistanê civiya û partiyan bîrûrayên xwe liser babetê anîn ziman

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementoya Tirkiye liser pirsnameya Partiya Demokratîk a Gelan HDP ya rakirina tabelayên Kurdî li çendîn bajarên bakurê Kurdistanê civiya û partiyan bîrûrayên xwe liser babetê anîn ziman.

Parlementera Mêrdînê ya HDP Ebru Gunay diyarkir, ku zimanê Kurdî biser hemû zext û tadeyan pêş dikeve û dinav zimanên aktîv tên bikaranîn de di rêzê cîhanî de zimanê 31em e. Gunay rexne li siyaseta desthilatê, ku di proseya hilbijartinê de nîşanî zimanê Kurdî dike, kir. Daxwaz kir, ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.

Parlementerê Newşehir ê CHP Faruk Sariaslan jî anî ziman, ku qedexekirin jne çareserî ye. Ger Kurd bixwazin zimanê xwe yê dayikê bikarbînin, ev daxwazek xwezayî ye.

Cîgirê Serokê fraksiyona AK Partî Cahit Ozkan, di dawiya axaftina xwe de çend bêjeyên bi Kurdî gotin, ku ji alî MHP û IYI Partî ve rastî rexneyan hat.

Cîgirê Serokê fraksiyona MHP Erkan Akçay diyarkir, ku daxwaza fermikirina zimanê Kurdî daxwazek nîjadperestî ye û wekî armancek ji bo perçebûna Tirkiye tê bikaranîn…

 

 

C.B