Mesrûr Barzanî bi pêkhateyên Kurdistanê re dicive

Raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê bi pêkhateyên netewî yên Herêma Kurdistanê re dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê bi pêkhateyên netewî yên Herêma Kurdistanê re dicive.

Jêderekî ji nivîsgeha Mesrûr Barzanî ragihand, Mesrûr Barzanî îro bi çend aliyên Tirkmenî re û piştre bi Bereya Tirkmenî dicive. Piştre jî bi Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Nehrên Romyo Hekarî û şandeke wê partiyê re dicive.

Wî jêderî aşkere kir, piştî nîvro Mesrûr Barzanî bi Tevgera Aşûrî û piştre bi Encûmena Gel a Kildanî Aşûrî dicive û tewera sereke ya civînan jî, beşdariya pêkhateyan di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û wergirtina C.Vyên kandîdan ji postên wezarî re dibe.

Mesrûr Barzanî roja 12ê Hezîranê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bi pêkanîna kabîneya nehem hat raspardin. Bo wê mebestê jî roja 17ê Hezîranê Mesrûr Barzanî li bajarê Silêmaniya bi awayekî cuda bi her yek ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Partiya Sosyalist a Kurdistanê û Tevgera Goranê civiyabû.

 

S. B