Kiliçdaroglu: Nabe Demîrtaş di zîndanê de be

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu radigihîne, nabe Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş di zindanê de bimîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu radigihîne, nabe Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş di zindanê de bimîne.

Li gor Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, nabe çi siyasetmedar ji ber hizrên xwe yên siyasî were zindanîkirin. Selahattîn Demîrtaş bi hinceta bikaranîna peyva Kurdistanê hatiye zindanîkirin. Lê heman peyv li Diyarbekirê ji aliyê Bînalî Yidlirim ve jî hate bikaranîn.

Kiliçdaroglu dipirse: “Ji bo çi Demîrtaş tê zindanîkirin, lê Yildirim nayê zindanîkirin? Çi karê Demîrtaşî di zîndanê de nîn e û nabe di zîndanê de bimîne.”

Berî bi nêzîkbûna roja hilbijartina şaredariya Stenbolê ku biryar e sibe 23ê Hezîranê bibin, her yek ji CHP û Ak Partiyê ji bo dengdêrên Kurdan bikêşînin aliyê xwe, daxuyaniyên cuda û balkêş tên belavkirin.

 

S. B