Mesrûr Barzanî bi Aşûrî û Kiristiyanên Kurdistanê re civiya

Raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî cuda bi Hevpeymaniya Yekîtiya Netewî ya Kirîstiyanî û Tevgera Demokrat a Aşûrî re civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî cuda bi Hevpeymaniya Yekîtiya Netewî ya Kirîstiyanî û Tevgera Demokrat a Aşûrî re civiya.

Bi armanca guftûgokirina beşdariya pêkhateya Aşûrî di kabîneya nû de, Mesrûr Barzanî bi Tevgera Demokrat a Aşûrî civiya.

Berî wê civînê jî, Mesrûr Barzanî bi Hevpeymaniya Yekîtiya Netewî ya Kirîstiyanî ku xwediyê 3 kursiyên Parlemanê ye re civiyabû. 

Mesrûr Barzanî û Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Bêt Nehrên Romyo Hekarî
Mesrûr Barzanî û Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Bêt Nehrên Romyo Hekarî

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Bêt Nehrên Romyo Hekarî ji K24ê re ragihand, “Em dibînin ku beşdariya me di kabîneya nû de cuda be û daxwaz dikin para me di hemû postên sereke û serokatiyan de hebe.”

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, Mesrûr Barzanî dixwaze pêkhateyên Kurdistanê bi awayekî berfereh beşdarî di sîstema hikûmraniyê ya Herêma Kurdistanê de bikin.

Her îro jî, Mesrûr Barzanî ji bo wê mebestê bi 9 partî û aliyên Turkmenî û bi Bereya Turkmenî re civiya bû.

Mesrûr Barzanî roja 12ê Hezîranê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bi pêkanîna kabîneya nehem hat raspardin. Bo wê mebestê jî roja 17ê Hezîranê Mesrûr Barzanî li bajarê Silêmaniya bi awayekî cuda bi her yek ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Partiya Sosyalist a Kurdistanê û Tevgera Goranê civiyabû.

 

S. B