Demirtaş: Ez ligel serfiraziya Ocalan im

K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî ragihandina peyama rêberê PKK Abdullah Ocalan a “bijardeya rêya sêyem bo HDP û bêalîbûn di hilbijartina Stenbolê de” û hin şiroveyên, ku HDP û Selahaddin Demirtaş ne ligel vê peyama Ocalan in, îro hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan HDP Selahaddin Demirtaş, ku li Girtîgeha Edirne zîndanî ye, bi rêya twitterê daxûyaniyek nû da û diyarkir: “Ez ligel her insiyatifa birêz Ocalan a demokrasî û aştiyê me, ji bo serfiraziya wî her hewlê dê bidim. Bila gûman a kesî tune be”.
Ji aliyê xwe ve HDP duhî bi çendîn xalan peyama Ocalan nirxandibû û gotibû, ku peyama Ocalan ne ji bo hilbijartina şaredariya Stenbolê ye. Herweha rêvebirên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) diyar kiribûn, ku di hoilbijartina Stenbolê ew li dij Hevpeymaniya Cumhur in û piştgiriya kandîdê Hevpeymaniya Millet Imamoglu dikin…
C.B
1- Sn Öcalan'ın demokratikleşme ve barış için alacağı her türlü inisiyatifin yanında olacağımdan, başarısı için samimi çaba sarf edeceğimden kimsenin kuşkusu olmasın.
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) June 22, 2019