Hilbijartina Şaredariya Stenbolê destpê kir

Îro 23ê Hezîranê hilbijartina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê careke din tê kirin û dengdêr ji demjimêr 08:00 din diçin ser sindoqên dengdanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 23ê Hezîranê hilbijartina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê careke din tê kirin û dengdêr ji demjimêr 08:00 din diçin ser sindoqên dengdanê.

Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê îro ji demjimêr 08.00 dest pê kir û biryar e demjimêr 17.00 bidawî bibe.

Li Tirkiyê hilbijartinên Şaredariyan roja 31ê Adara bûrî birêve çû û namzetê Hevpeymaniya Milet (CHP) biser yê Hevpeymaniya Cimhur (Ak Parti) ketibû, lê Komosyona Bilind a Hilbijartinan (YSK) serkeftina namzetê Hevpeymaniya Milet red kir û biryar da di 23ê Hezîranê de careke din hilbijartin bê kirin.

Di hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de 21 namzet rikbriyê dikin, jê 17 namzetên serbixwe ne û 5 namzetên din ser bi aliyên siyasî ve ne. Lê namzetên bihêz ên vê hilbijartinê, namzetê Hevpeymaniya Milet Ekrem Îmamoglu û namzetê Hevpeymaniya Cimhur Binalî Yildirim in.

Di hilbijartinê de 10 milyon û 560 hezar û 963 dengder di 31 hezar û 342 sindoqan de dengê xwe bikar tînin.

Li bajarê Stenbolê deriyên binkeyên dengdanê li 39 navçeyên Stenbolê hatin vekirin.