Welatên Ewrûpayê hişyariyê didin Îranê

3 welatên Ewrûpa hişyariyê didin Îranê ji egera xwevekşandinê ji Rêkeftina Atomî

K24 – Navenda Nûçeyan

3 welatên Ewrûpa hişyariyê didin Îranê ji egera xwevekşandinê ji Rêkeftina Atomî. Tehran jî radighîne, zêdetir çaverêyê Ewrûpa nakin.

Ajansa Reutersê liser zimanê 2 dîplomatkarên Ewrûpî eşkere kiriye, Almanya, Fransa û Brîtanya bi şandina nameyek fermî, Îranê hişyar dikin, ku pabendî Rêkeftina Atomî bibe.

Wan 3 welatan, Îran agehdar kiriye, ger birgên Rêkeftina Atomî binpê bike, şiyanên wan, ji bo kêmkirina givaşên ser Tehranê dê lawaz bibin.

Piştî vekşandina Amerika ji Rêkeftina Atomî û dorpêçên bi ser Îranê de, rewşa aboriya Îranê lawaz ketiye û Komara Islamî ji welatên Ewrûpa xwest, li dij dorpêçên Amerika piştgiriyê bidin Îranê, ger aloziya aborî ya Îranê neyê lawaz kirin, Îran dê carek din meyandina ûranyûmê zêde bike. 

Îran 60 roj molet dabû welatên Ewrûpa.

Welatên Ewrûpa jî, ji alî xwe ve bala Îranê dikşînin, ger Tehran birgeyên Rêkeftina Atomî bicih neke, rewşa Îranê xerabtir dibe...

 

 

 

C.B