Ebdilrehman Apo: Divê aliyên girtiyan eşkence didin bêne dadgehkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro Roja Cîhanî ya Piştgîriya Qurbaniyên Eşkenceyê ye. Kurdistan24 jî çîroka serkirdeyekî PDK-Sê ku di zîndanên Rêveberiya Xweser de bûye qurbaniyê eşkenceyê vedguhêze.
Di Roja Cîhanî ya Piştgîriya Qurbaniyê Eşkenceyê de, gelek rêjîm û desthilatdar di derheqê zîndaniyan de, eşkence, stemkarî û kuştin dikin û vê rojê paştguh dixin, taybet karên bi vî rengî jî li Sûriyê çi aliyê rêjîmê ve û çi aliyê grûpên çekdar û Rêveberiya Xweser ve gelek tên kirin.
Bi boneya vê rojê 26ê Hezîranê, li Hewlêra paytext K24 hevdîtin bi yek ji qurbaniyên eşkenceyê Endamê Komîta Navendî ya Patiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê (PDK-S) Ebdilrehman Apo ku li xelkê Efrînê ji aliyê hêzên asayişê ve hatibû girtin û nêzîkî sal û nîvekê di zîndanên Rêveberiya Xweser de mabû, kir.
Ebdilrehman Apo 7 caran li Efrînê ji aliyê hêzên asayişê ve hatibû binçavkirin û di cara dawiyê de jî salek û 4 meh di navbera zîndanên Efrênê, Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya xweser li Qamişlo de derbas kir û nîşanên eşkenceyê li ser laşê wî hîn diyar in û behsa çîroka xwe dike.
Bi dehan serkirdeyên Kurd li Sûriyê û li Rojavayê Kurdistanê hatine eşkencedan û kuştin û heya niha jî çarenvîsa gelek serkirdeyan ne diyar e.