David Satterfield bi fermî bû Balyozê Amerika li Tirkiyê

Senata Amerika bi fermî destnîşankirina diplomatê biezmûn David Satterfield wekî Balyozê Amerika li Tirkiye pejirand

K24 – Navenda Nûçeyan

Senata Amerika bi fermî destnîşankirina diplomatê biezmûn David Satterfield wekî Balyozê Amerika li Tirkiye pejirand.

Ev du sal in erkê balyozê Amerika li Tirkiye, di encama aloziyên Waşington-Enqere de vala bû. 16ê Sibat a îsal Serokê Amerikayê Donald Trump, David Satterfield wekî Balyozê Amerika li Tirkiye destnîşan kiribû û Senatê bi fermî ev yek duhî pejirand.

Balyozxaneya Amerika li Tirkiye liser account a xwe ya Twitterê ev nûçe piştrast kir.

Pêwendiyên Amerika û Tirkiye di dema niha de jî, ji nav aloziyan û nakokiyan derbas dibin. Pirsgîrêka S400an, F35, Nêzîkahiya Krîza Sûriye, Dorpêçên liser Îranê,  çendîn ji van nakokiyan in.

Satterfield di dema Serokatiya George W. Bush de şêwirmendiya Wezîra Derve Condoleezza Rice ya Iraqê, herweha di balyozxaneyên Amerika li Sûriye, Tûnis, Erebistana Siûdî, Lubnan de jî wekî diplomat kar kiriye.

 

 

C.B