Osman Ocalan: Li Başûrê Kurdistanê valabûna ewlehiyê tune ye

Siyasetedarê Kurd Osman Ocalan derbarê avakirina grûpeke çekdar ji aliyê PKKê ve li Başûrê Kurdistanê de ragihand, her kesek PKKê bikar tînin da ku li Başûrê Kurdistanê rê li ber pêngav û destkeftiyên nû bigire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Siyasetedarê Kurd Osman Ocalan derbarê avakirina grûpeke çekdar ji aliyê PKKê ve li Başûrê Kurdistanê de ragihand, her kesek PKKê bikar tînin da ku li Başûrê Kurdistanê rê li ber pêngav û destkeftiyên nû bigire.

Siyasetedarê Kurd Osman Ocalan beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û ragihand: Başûrê Kurdistanê navenda tevgera netewî ya Kurd e û di qonaxeke nû re derbas dibe û serkirdatiyeke nû ya xurt hatiye pêş, lê dijminên Kurd li hember van pêngava ranaweste û astengiyan derdixînin û hemû rê jî tecrûbe kirin û PKK jî di nav de, her kesek PKKê bikar tîne û hêz dide PKKê, da ku li Başûrê Kurdistanê rê li ber pêngav û destkeftiyên nû bigire.

Got jî: Ev çîroka dirustkirina hêzeke nû ji aliyê PKKê ve li Başûrê Kurdistanê kevin e. PKKê di salên 90 ên sedsala bûrî de bi bihaneya valabûneke parastinê li Başûrê Kurdistanê heye, Partiya Azadiya Kurdistanê ava kir, lê wê rêxistinê cih negirt û xelkê ew partî qebûl nekir. Piştre Yekîtiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK) ava kir, lê wê cih negirt, piştre PÇDK û Tevgera Azadî û niha Hêza Parastina Cewherî ava kiriye.

Herwiha got: Pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê yên parastinê nîn in, xelkê Başûr bi qehremanî xaka xwe diparêze. Bila PKK bizane li ser vê xakê dikare destkeftinên xwe yên li Bakur biparêze. Herwiha serkirdatiya Başûr jî gelek tehemuliya wê kiriye.

Diyar kir jî: PKK di nava şaşîtiyê de ye, li Başûrê Kurdistanê valabûna ewlehiyê tune ye. Ji ber ku di hemû qonaxan de Başûrê Kurdistanê navenda tevgera netewî bûye û xelkê wê baş destkeftinên xwe diparêze. Destpêkê ji Ebdulselam Barzanî ve û berdewamiya wî Şêx Ehmed Barzanî şoreşek destpê kirin û bi canê xwe ew parastin û piştî wan Mela Mistefa Barzanî yê nemir û berdewamiya wî Serok Mesûd Barzanî xebatên bênavber kirin û destkeftên Kurd parastin û îro jî Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî berdewamiyê didin wê xebatê û encamê didin.

 

S. B