Tirkiye red dike, ku sivîl di bordûmanên wan de hatibin kuştin

Tirkiye banghiştê Karbirêkerê Balyozê Iraqê yê li Enqereyê kir û ret kir, ku di bombebaranên firokeyên Tirkiyê de sivîl hatibin kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye banghiştê Karbirêkerê Balyozê Iraqê yê li Enqereyê kir û ret kir, ku di bombebaranên firokeyên Tirkiyê de sivîl hatibin kuştin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê da xuyakirin, îro Karbirêkerê Balyozxaneya Iraqê hatiye vexwendin. Hat destnîşankirin, berpirsên Iraqê îdîa dikin ku, di bombebaranên baregehên PKKê de welatiyên sivîl hatine kuştin. Ji  karbirêker re hatiye gotin, ew qebûl nakin ku di bomberanên baregehên PKKê de welatiyên sivîl hatibin kuştin.

Hat destnîşankirin, divê Iraq hebûna PKKê li wê derê qebûl neke û operasyonên dijî PKKê dê berdewam bikin.

 

 

 

C.B