Di 26emîn salvegera komkujiya Madimakê de Şanoyek hate lidarxistin

Li seranserê Tirkiyê bi boneya salvegera komkujiya Madimakê, her sal çalakiyên cûrbicûr tên lidarxistin. Li Enqere ya paytexta Tirkiyê jî, bo 26emîn salvegera komkujiya Madimakê, ji aliyê lîstîkvanên Koma Sîmûrgê ve şanoyek hate lidarxistin.

K24- Enqere

Li seranserê Tirkiyê bi boneya salvegera komkujiya Madimakê, her sal çalakiyên cûrbicûr tên lidarxistin. Li Enqere ya paytexta Tirkiyê jî, bo 26emîn salvegera komkujiya Madimakê, ji aliyê lîstîkvanên Koma Sîmûrgê ve şanoyek hate lidarxistin.

Li Tirkiyê di 2ê Tîrmeha sala 1993an de li bajarê Sêwasê bi pêşengiya komeleya Pîr Sultan Abdalê û bi beşdarîbûna hejmareke zêde rewşenbîr, hûnermend û rojnamegeran ji bo bîranina Pîr Sultan Abdal çalakiyek hate lidarxistin. Lê belê gelê Sêwasê bi hinceta ku "Ol ji dest diçe" erîşî vê çalakiyê kirin û otêla ku çalaki lê tê lidarxistin Otêla Madimakê hate şewitandin. Di encama vê erîşê de jî 33ê rewşenbîr,  hunermend û rojnameger û du xebatkaran canê xwe ji dest da. Ev komkujî wekî her sal ku li seranserê Tirkiyeyê tê bibîranîn, di 26emîn salvegera xwe de li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi şanoyekî hate biranîn. Di şanoyê de 8 seatên beriya vê erîşê û xwaringeha ku piştî vê komkujiyê ku di encama restorasyona otêlê de li pêşiya otêla Madimakê hatiye damezrandin tê zindîkirin.

Melîh Yet- Lîstikvan, got: Em ji bo vê qetlîamê ji bîr nekin û nedin jibîr kirin, bi lîstika xwe ya Madimakê ku ev 13 sal in em dileyizin, li ser dike ne. Di şanoyê de du cihan; cihê ku piştî restorasyonê bûye xwaringeh û beriya 8 seatên êrîşê em zindî dikin. Yek ji helwesta me ev bû ku em wê xwaringehê bigrin û

hate girtin. Hewce bû ku piştî wan êşan li wir xwarin nehatiba xwarin behna wî goştî tune ba. Ew der hate girtin lê mixabin hêl otel nebûye mûzexaneyek.

Li aliyê din di şanoyê de ligel zindîkirina bûyeran, dîmenên rastî yên êrîşa li hember otêla Madimakê jî tê nişandan. Lîstîkvan jî amaje pê dikin ku wê demê gelek hevalên wan şahide vê bûyerê bûne û her çiqas rolekî jî bileyzin, wê rola xwe bi zor û zehmetîyeke mezin pêk tînin.

Fûsun Kalav – Lîstkvan- dibêje: "Em li vir ne tenê karakterekî dileyizin ya rastî em hemû kesên ku li vir canê xwe ji dest dane dileyizin. Ev bûyer rastiyeke Tirkiyeyê ye û em hemû bûn şahidê vê bûyerê, vê qetlîam e. Ev yek jî di dema şanoyê de gelekî bandorê li ser me dike û ji bo me jî zehmet e. Xwezî hin tiştên xweş jî heba û me ew jî kiriba lîstikek".

Halîl Esen- Lîstikvan , got: Di şanoyê de rola min helbestvan e. Ez dixwazim vê bibêjim ev şano nêzî 700 caran hate lîstin û her xuleka wê jî bo me zehmet e. Ji bilî me bo temeşevanan jî zehmet e. Mirov nikarê bibêje vê şanoyê diecibînin an naecibînin, çimkî ev şanoya qetlîamekê ye. Lê belê gelek temeşavanên me

di dawiya şanoyê digrîn. Herwiha lîstikvanên Koma Sîmûrgê yekem şanoya Madimakê di sala 2006an de lîstin e. Lîstikvan dibêjin armanceke wan heye û heta ew otel bibe mûzexaneya vê qetlîamê dê ew ê her li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bi rêya şanoyê bidin.