Kongreyê Navdarên Kurd li Sinê birêve diçe

Li zanîngeha Kurdistanê ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê Kongreyê navdarên Kurd birêve diçe û tê de rêz li 30 kesayetiyên Kurd tê girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li zanîngeha Kurdistanê ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê Kongreyê navdarên Kurd birêve diçe û tê de rêz li 30 kesayetiyên Kurd tê girtin.

Kongre bi beşdariya sedan kesayetiyên wêjevan, rewşenbîr, hunermend, bijîşk û aliyê cuda îro 2ê Tîrmehê destpê kir.

Emîndarê Giştî yê Kongreyê Navdarên Kurd Celal Qeleşaxanî  di daxuyaniyeke taybet ji bo K24, hûrgiliyên Kongreyê eşkere kir û got, 40 kesayetiyên diyar ên Herêma Kurdistanê jî hatine vexwendin û hejmarek ji wan rêz li wan tê girtin wek kasatiyên navdar ên Kurd.

Ji bilî xelatkirinê, Celal Qeleşêxanî diyar kir, 3 panelên taybet, konsertên mûzîkî, pêşangeha ciwannivîsîna bi zimanê Kurdî, pêşangeha wêneyên navdarên Kurd di kongreyê de birêve diçin.

Herwiha li binarê çiyayê Awyerê yê bajarê Sinê parka Navdarên Kurd tê vekirin û hejmarek peykerên navdarên Kurd ji duristkirina peykersazê navdar Hadî Ziyadîn tê de tên danîn.

Her yek ji hunermend Mezher Xaliqî, Nivîskar Bextiya Elî, lêkolînvan û nivîskarê navdar ê Kurdên Xurasanê Kelîmulah Tewehudî, Kemanjenê navdar Keyhan Kelhûrî, hunermend Ezîz Şarox, helbestvan Perto Kirmanşanî, nivîskar Eta Nehayî, Wezîrê Petrola Îranê Bêjen Zengene û hunermend û mûzîkjen Şarem Nazrî di nava wan 30 kesayetiyên tên xelatkirin de ne.

 

S. B