AK Partî: Dikarin kêşeyên xwe û yên Kurdan çareser bikin

Li gorî Parlamenterê Edenê yê AK Partiyê Mehmet Şukru Erdînç, di nava Kurdan û AK Partiyê de dilşikestin nîn e, tenê hinkes dixwazin fitneyê bixin nava wan.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li gorî Parlamenterê Edenê yê AK Partiyê Mehmet Şukru Erdînç, di nava Kurdan û AK Partiyê de dilşikestin nîn e, tenê hinkes dixwazin fitneyê bixin nava wan. Lê li gorî Cîgirê Serokê Karên Hilbijartinê yê AK Partiyê Samîr Altunkaynak jî ji ber xetayên AK Partiyê dile Kurdan jê şikestiye. Lê ev ye nayê wê wateyê ku wê ev kêşe neyên çareserkirin.

Ev demeke dirêj e ku pêywendiya di nava Kurdan û AK Partiyê de cihê nîqaşê ye. Li gorî Kurdan, çi li Amedê û çi jî li Stenbolê; AK Partî ji wê naveroka xwe ya dema hatiye damezrandin dûr ketiye û pêywendiya xwe jî ya bi Kurdan re piştî dawîlêhatina prosesa aştiyê qut kiriye û li ber ziman û çanda Kurdî; bi taybet jî siyasetmedarên Kurd rêgirî kiriye û şêwazeke tund bikar aniye û her car Kurdan dike armanc. Loma ew AK Partiyê wek berê nanirxînin û wek navenda çareseriya kêşeyên xwe jî nabînin.

Lê belê Parlamenterên AK Partiyê berûvajî vê nêrînê difikirin. Mehmet Şukru Erdînç Parlamenterê Edenê yê AK Partiyê diyar dike, di navbera Kurdan û AK Partî de ti arîşe û dilşikestin nîn e. Niha tê xwestin fitneyekê bixin navbera Kurdan û AK Partiyê.

Parlamenterê Edenê yê AK Partiyê Mehmet Şukru Erdînç ji K24ê re got: "A rastî di navbera Kurdan û AK Partî de ti arîşe û dilşikestin nîn e. Niha tê xwestin fitneyekê bixin navbera Kurdan û AK Partî; ji ber van fitneyan hevalên me çend mijar anîne rojevê. Yan na di navbera AK Partî û Kurdan de tu kêşe û arîşe nîn e. Ev yek piştî hilbijartinên 31ê û Adarê yên li bajarên Kurdan bi awayekî aşkere derkete holê."

Cîgirê Serokê Karên Hilbijartinê yê AK Partiyê Samîr Altunkaynak jî berûvajî Mehmet Şukru Erdînç dibêje; rast e dilê Kurdan ji AK Partiyê şikestiye. Mafdar in jî, me jî xeta kirine. Lê ev nayê wê wateyê ku wê ev xeta neyên çareserkirin.

Samîr Altunkaynak dibêje: "Ne tenê ji bo Tirkiyê, gelê Kurd tam li navenda vê erdnîgariyê cih digire. Heta Kurd di nava şer û pevçûnan de bin, bi ti awayî li vê erdnîgariyê aştî û aramî pêk nayê. Anku ne tenê bo Tirkiyê, herwiha kilîta aştî û aramiya vê erdnigariyê di destê Kurdan de ye. Gelê Kurd wekî neteweyekî di hemû daxwazên xwe yên bingehîn ên maf û azadiyan de, heta ku hûn bibêjin bes mafdar e. Lê divê bê zanîn ku Tirkiye êdî ne Tirkiyeya salên 90an an jî 80ê yan e. Ligel kêmasiyên me yên heyî em dibêjin dîsa em dikarin van kêşeyan çareser bikin."

Di serdema hilbijartinên 23ê Hezîranê de AK Partiyê bi hemû kadaroyên xwe seferberî dabû destpêkirin û bi hemû pêşeng, komele, sazî û weqfên Kurdan re hevdîtin pêk dianîn û ji Kurdan dixwestin ku ew piştevaniyê bidin wan. Lê dîsa jî Kurdan piştevanî neda AK Partiyê. Digel vê yeke jî parlamenterên AK Partiyê bi hêvî ne ku jinûve pêywendiyekê bi Kurdan re saz bikin. Li aliyê HDPê jî car caran ev mijar tê rojevê û hin rayedarên Kurd ên di nava HDPê de, didin zanîn ku dema mafên Kurdan ên yasayî bên naskirin, Selahattîn Demirtaş û parlamenterên din digel şaredaran bên azadkirin, îhtîmalke mezin e ku di nava Kurdan û AK Partiyê de pêywendî û proseseke hê xurttir jî dest pê bike.