Parlemnterê HDPê: Stratejiya me lingekî wê Kurdistanê ye

Li Tirkiyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî partiya deshilatdar AK Partî û partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyê (CHP) re hewla avakirina rêya stratejîk ya sêyemîn dide.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî partiya deshilatdar AK Partî û partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyê (CHP) re hewla avakirina rêya stratejîk ya sêyemîn dide. Ji bo vê yekê jî din ava xabatan de ye. Heta niha çar partiyên sosyalist û çepgir yên Tirkiyê bersiva erênî dane vê hewla HDPê. Lê hêj partiyên Kurdistanî tu daxuyanî neragihandine. Li gorî HDPê esas stratejiya wan partiyên Kurd û Kurdistanî ne lê hin partiyên Kurdistanî dibêjin bila pêşî HDP neveroka stratejiya xwe zelal bike û pêşî bi kurdan re lihev bike.

Li Tirkiyê beriya hilbijartina Stenbolê ya 23ê Hezîranê Rêberê PKKê Ebdullah Ocalan bi nameyakê daxwaz ji HDPê kiribû ku di hilbijartinê de bêalî bimîne û rêyeke sêyem ya alaternatîf bide avakirin. Piştî vê nameyê û hilbijartina Stenbolê HDPê da xuyakirin ew ê Stratejiyek nû ya hevpeymaniya demokratik ragihînin ji ber ku Partiyên heyî Ak Partî bi bereya Cumhurê û CHP jî bi bereya Miletê pirsa Kurd û demokratikbûnê çareser nakin, ji loma jî ewê Stratejiya rêya 3 em hilbijêrin.

Li ser vê mijarê Parlemnterê HDPê yê Wanê Tayîp Temel ji Kurdistan 24ê re diyar kir, li gel partiyên sosyalist û çepgir yên Tirk lingê stratejiya wan ya esas partiyên Kurd û Kurdistanî ne.

Tayîp Temel wiha ji K24ê re axivî: “Esas stratejiya me lingekî wê lingê Kurdistanê ye. Çi ye? Partiyên kurd çi yên oldar be çi yê sosyalist be çi yê netewegir be çi yê em bêjin demokrat be hemû di bin bane yekîtiyeke bi rûmet ku destkeftiyên gelê Kurd diparêzin û vê xetereya li ser gelê kurd bîne siyasetekê pêşve bixin ev siyaset ji xwe 31ê adarê ji bo hilbijartinên şaredariyan pêş ket qederekî pêş ket.”

Lê belê Cîgir Serokê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê(PSK) Alaadîn Aras jî dibêje pêşî bila di nava Kurd û Kurdistanî de stratejiyek hebe û pêwîste HDP ji bo wê yekê amadekariyan bike pişt re bi çepên tirkan re dostanî bê danîn.

Alaadîn Aras got: “Îro dê rêya sêyemîn bi kê re çêkin alternatîfa wê çi ye rêya sêyemîn. Kurd bixwe bi hev du re giş bibine yek ew esasî ye.e dewa wêya dikin. Em dostaniya çepa tirka bikin em dostaniya partiyên tirka bikin lê rêya me ya esasî ne bi wan re be gerek. Rêya Esasî di nava partiyên Kurdistanî de be. HDP ji wêya re hazire ya ne hazir e? Em ji bo wê hayê amadene bersiva me erê ye bê qeyd û şert. Em dibêjin em bên cem hev du em bipeyvin.”

HDP ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê li Diyarbekirê bi 7 partî û tevgerên Kurdî re Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî ragihandibû û niha dibêje ew ê bi vê stratejiya rêye sêyem vê carê tifaqa herî mezin ya Kurd bidin avakirin. Partiyên Kurdistanî jî daxwaz ji HDPê dikin ku di nava stratejiye de ji bo Kurd û Kurdistanê pêşî gav bên avêtin.