Tirkiye careke din daxwaza avakirina devereke ewle dike

Tirkiye di politikaya xwe ya derve de careke din daxwaza li Sûriyê avakirina devereke ewle û derxistina temamî hêzên YPGê li Minbicê dike. Lê belê li gorî hin pisporên Tirkiyê yên ewlehiyê Tirkiye heta ku mijara Idlibê çareser neke nikare dewereke wele ava bike. Beramberî vê yekê hin pispor jî îda dikin ku Rusya û Amerîkayê daxwaza Tirkiyê ya avakirina dewereke ewle erê kiriye û dibe ku Rêkeftina Minbicê jî karîger bibe.

K24- Enqere

Tirkiye di politikaya xwe ya derve de careke din daxwaza li Sûriyê avakirina devereke ewle û derxistina temamî hêzên YPGê li Minbicê dike. Lê belê li gorî hin pisporên Tirkiyê yên ewlehiyê Tirkiye heta ku mijara Idlibê çareser neke nikare dewereke wele ava bike. Beramberî vê yekê hin pispor jî îda dikin ku Rusya û Amerîkayê daxwaza Tirkiyê ya avakirina dewereke ewle erê kiriye û dibe ku Rêkeftina Minbicê jî karîger bibe.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di lûtkeya G 20 ya Oasakaya Japonyayê de ji serokdewletên beşdarî lûtkeyê bûne li Sûriyê taybetî jî li rojhelatê çemê Feratê ya ku di bin qontrola YPGê de ye dawaza avakirina devereke ewle kiribû ku penaberên sûrî yên li Tirkiyê dijîn li wê devera ewle bicih bikin. Herwiha Erdogan daxwaz ji Serokê Emerîkayê Turmp jî kir ku rêkeftina Minbicê cibicî bike.

Di heyama ku Tirkiye bi Amerîkayê re ji ber S 400 û bi Rûsyayê re jî li ser Idlibê li hev nake dê bikaribe van her du daxwazên xwe pêk bîne.

Bi boçûna pisporê ewlehiyê yê Tirkiyê Mîthat ÎŞÎK Tirkiye heta ku di sê mijaran de çareserî û destkeftiyan bi dest nexe nikare ne devereke ewle ava bike ne jî meseleya minbicê çareser bike.

Mîthat Îşîk -pisporê ewlekariyê, got: Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de li ser Minbicê rêkeftinek heye lê hêj nehatiye karîgerkirin. Di mijara devereke ewle de jî Tirkiye û Amerîka li hev nakin. Herwiha heta ku Tirkiye Idlibê çareser neke û bi awayekî fermî destûrê ji rejîma Esad nestîne nikare dewereke ewle ava bike. Ligel vê yekê Enqere kengî di çend mijarên krîtîk de tawîz dane Amerîkayê wê çaxê dê meseleya Minbicê jî çareser bike."

Beramberî Îşîk Pisporê rojhilata navîn Hasan Oktayê jî îdîa dike k udi Lûtkeya G20an de Putîn û Trump daxwaza Erdogan erênî dîtine û dibêje Amerîka dê bixwe derxistina YPG li Minbicê bilêv bike.

Dr.Hasan Oktay -pisporê Rojhilata Navîn, got: Rojên pêşiya me de li bakurê Sûriyê dê ji bo avakirina dewereke ewle gav bên avêtin. Ji ber ku di Lûtkeya G20an de Putîn û Trump daxwaza

Erdogan erênî dîtin. Ji loma jî Tirkiye weke hêzeke pêşeng dê bi piştevaniya Neteweyên Yekbûyî û alîkariya hêzên hevpeyman yên di nava Neteweyên Yekbûyîde ne dê hêzeke aştiyê ava bike ser sînor. Piştî vê yekê derxistina YPGê ji Minbicê dê ji aliyê Amerîkayê ve bê rojevê.

Li gel van geşedanan çend welatên di nava hêzên hevpeymaniya navdewletî ya bo Sûriyê de cih digrin biryar dan ku ji bo devereke ewle leşkerên xwe bişînin rojhelatê çemê feratê. Berê jî Amerîkayê ragihandibû ku ewê li gel hêzên hevpeyman devereke ewle awa bikin lê Tirkiye û YPG di nava avakirina devereke ewle de cih nagre.