Hevkarî – Swêd: Divê PKK rêzê li serweriya Kurdistanê bigre

Em wek Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Swêd, rewşa Kurdistanê û bi taybet jî rewşa başûrê Kurdistanê ji nêz ve dişopînin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Swêd, ku ji şaxên Partiyên Kurdistanî ji her çar perçeyên Kurdistanê pêk tê, bi daxûyaniyekê rexne li siyaseta PKK li başûrê Kurdistanê digre.

Ev naveroka daxûyaniya Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Swêdê ye:

Cîhê Çareseriya pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê, Parlamena Kurdistanê ye

Em wek Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Swêd, rewşa Kurdistanê û bi taybet jî rewşa başûrê Kurdistanê ji nêz ve dişopînin.

Di van demên dawî da, serokê herema Kurdistanê bi fermî dest bi karê xwe kiriye.   Hewildanên partiyên Kurdîstanî bo avakirina Hukumetek karîger berdewam e.

PKK di rewşek wisa de li dijî Hukumeta Herema Kurdistanê gotinên tund û ne rast bikartîne. Îda dike ku Hukumeta Herema Kurdistanê nikare serweriya Başûrê Kurdistanê biparêze, lewra komek çekdar bi navê ” Hêzên Parastina Cewheriya Başurê Kurdistanê”ava kiri ye.

Tirkiye jî bi hinceta hebûna PKKê li heremê, gundên sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Di netîcê de gelek xelkê sivîl tên kuştin zerarek mezin xelkê Başûrê Kudistanê dibîne.

Em wek Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê li Swêd, Tirkiyê bo bombebaran kirina  Başûrê Kurdistanê, mehkûm dikin.  Her weha kiryarên PKK´ê bo têkdana rewşa başûrê Kurdistanê jî mehkûm dikin.

Em bangî PKKê dikin ku rêz li desthilatdariya Kurdistanê bigrên, ji kar û kiryarên ku zerar dide herema Kurdistana Başûr, xwe jê dûr bixe. Nebe sebeba şer û aloziyan û zemîn ji bo erîşên dewleta Tirkiyê li ser başûrê Kurdistanê çê nekin.

Cîhê çareseriya pirgirêkên Başûrê Kurdistanê, ne avakirina komên çekdar ya PKK ye. Karek weha tenê dikare li Kurdistanê bibe sebeba aloziyan.

Cîhê çareseriya pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê, Parlamento ya Kurdistanê ye.

Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yê Kurdistanê li Swêd

 

 

 

C.B