Tirkiye: S400 hefteya pêşya me tên

Di derbarê sistema mûşekî ya S400an de hate ragihandin, ku hefteya pêşya me ew mûşek tên Tirkiye

K24 – Navenda Nûçeyan

Di derbarê sistema mûşekî ya S400an de hate ragihandin, ku hefteya pêşya me ew mûşek tên Tirkiye.

Serokê beşê Pişesazî ya Bergiriyê yê Serokomariya Tirkiye Ismail Demir diyarkir: “S400 hefteya pêşya me tên Tirkiye, ji xwe Serokomar Erdogan gotibû, ku hefteyên destpêkî yên Tîrmehê dê werin.”

Liser egera dorpêçên Amerika jî, Demir got, ku wan amadekariyên her tiştî kirin e.

Babeta kirîna mûşekên S400 ên Rûsyayê ji alî Tirkiye ve, di pêwendiyên navbeyna Enqere û Waşingtonê de aloziyên berfereh peyda kirin e. Amerika gefa dorpêçan jî, liser Enqere kiriye.

 

 

C.B