Reng dihêlin bêhtir bi jiyanê bigirim

Şêwekar: Melek Muxtar

K24 – Navenda Nûçeyan

Dema firçeya şêwekar li ser awaza rengê semayê dike, dahênanekê ku pêwîstiya wê bi wergerandina zimanan nîn e diafirîne û xwe vedidze giyanê, bi xwe re jî gelek pirsan diarîne, çi raz di rengan de heye? Şêwekar li çi digere û çawa hestên wî li rengan dibane? Çawa giyanê xwe bi rengekî berceste dike û datîne ser tabloyê? Jiyan, mirov, welat, koçberî û sirûşt bi çi rengî dikar in bên nîşandan? Tablo çi aso û rehendên ramyarî, felsefî, zanistî, cih û dîrokê hildigire?

Şêwekara Kurd a Efrînî Melek Muxtar di hevpeyvîna bi Kurdistan24 de li ser van pirsan bîr û nerînên xwe derdibirîne û behsa huner û tabloyên xwe dike. Melek Muxtar ji bilî ku şêwekar e, lê xwendina wê ya sereke mûzîk e. Di sala 2005an de ji peymangeheke taybet a xwendina mûzîkê derçû. Di sala 2010 ligel hin hevalên xwe peymangeheke fêrbûna mûzîkê ya taybet li navçeya Mabeta ya Efrînê vekir û tê de wek rahêner û derhênerê hin dîlanê folklorî kar kir. Piştî şerê li Sûriyê gur bû, di sala 2013an de koçberî Danîmarkê bû, li wir berdewamî da hunera şêwekariyê û li wî welatî û hin welatên din ên Ewropayê beşdar di gelek pêşangehan de kir. Herwiha li Danîmarkê rol di şanoyeke bêdengî de jî girt. Melek Muxtar şêwekara mûzîkjene.

Melek Muxtar li ser despêkirina wê ji hunera şêwekariyê re dibêje: Wek hemû kesan nabêjim min ji zarokatiya xwe ve dest bi şêwekatiyê kir, tevî baweriya min ku her mirovek hunermendek e, anku jidayik dibe û ew hunermend e, lê şert û mercên civakê riya wî dinexişîne, yan dê wî wek xwe hunermend bihêle, yan dê riya wî bi aliyekî din ve bibe. Mirovê hunermend dimîne destpêkê ji jiyan û bedewiyê hez bike û bi dilê xwe xêz dike, piştre bi çavê xwe û piştre jî bi tilî û hestên xwe. Biqasî ku zaroktî di mirov de bimîne, ewqas dikare dahênan û afirandinê bike.

Min ne ji zaroktiya xwe ve firçe xiste destê xwe. Ezmûna min a destpêkê bi mûzîkê re bû, lê hemû huner vedigerin darekê, bi taybet şêwekarî û mûzîk, ew her du di hinava min de dikelin û hevdû temam dikin. Ku tu hunermend bî, pêwîstiya te biryarekê yan planekê nîn e, tenê pêwîstiya te di rêza yekem de bi hezkirinê, piştre hêsaniyê û jixweberiyê dibe. Ji ber wê dema diresimînin, tenê rengên xwe dirjînim ser sipîbûna tabloyê û dest bi jenandina wê dikim. Firçeya min dibe maystro wê, wek ku ez meqamekî dijenim. Tabloyên min meqamê mûzîka bi rengê ne, dijenim bêyî ku biramim ber bi kû ve diçim. Ez ne diresimînim, belkû li rengan dijenînim û heta ku ji resimandina tabloyê radiwestim, hest dikim ku jenandin ranewestiye û kar bidawî nebûye. Ne dema firçeyên datînim aliyekî, tablo bidawî dibe, belku tablo tenê jidayik dibe û namire.

Tablo seko ne, em ji vir yan ji wir ve wan berhev dikin, yan ew me berhev dike da ku jê ve bikevin cengekê. Tablo neynika xweyetiya danêner e û xwêya giyanê ye û tiştek e nizanim çi ye û lê digerim e. Tiştê ku dizanim ew e, her ku kela lêgerîn zêde dibe, xwe bi rengan re dibînim. Reng dihêlin bêhtir bi jiyanê bigirim, dihêle tiştine nû min di jiyanê de winda kirine bibînim.

Pêştir babet tabloyê diyar nakim, belkû babeta wê di piştre tê, heger em bibêjin ku babeta tabloyê heye. Di baweriya min de, babet perawîzkirî ye û heger hat nîşandan, hêmanên din dipoşe û ew dibe bingeh, ev jî gora tabloyê ye. Li vir ezê razekê bibêjim, piraniya caran rengan hilnabijêrim, ji ber ku jixweberê diresimînim, pê ranamim ezê çi biresimînim, her wiha tablo min diresimîne, ji ber vê min got ezê razekê aşkere bikim. Her ku ji rengan ve nêzîk dibim bihnteng dibim, loma li rengekî digerim belkî girî û bihntengiya min di tabloyê de bikişîne. Rengan ez fêrî girînê kirim.

Derbarê rê, rêbaz û dibistanên hunera şêwekariyê de, Melek Muxtar dibêje: Min berê gotiye bêyî ku biramim ez ji kîjan rê û rêbazê têm hejmartin, hestên xwe li ser tabloyê pêşan didim. Nerîna min a taybet di vê derbarê de ew e, huner bi rêbaz û dibistanan ve nayê girêdan, ew li ser esmên vekirî ye. Destpêkê xêzkirin hebû, piştre rexnegir hatin ew xiste rêzbendiyê û li ser nivîsî. Pir baş e ku em bizava şikandina dîwarên dibistanan bidin. Ji min re ne girîng e tabloyên min li gor çi dibistanê tê, ji min re girîng e ez biresimînim û xêz bikim. 

Ez li beyabana xwe digerim, ne di bala min de ye ezê çi bigihînim kesên li tabloyên min dinêrin. Erkê min bi danîna firçeyê re bidawî dibe, di pişt re kesên tabloyên min dinêrin li tiştê digerin vedipekin. Wek rexnegir Xerîb Mela Zelal dibêje: “Gelek xwendin ji tabloyê re tê kirin, biqasî niştecihên cîhanê û biqasî çavên pê dikevin.” Tablo vekirî ye dikare pêşwaziyê li hemû çavan bike û dikare bi hemû zimana biaxive.

Li ser gotina“huner peyam e”, Şêwekar Melek Muxtar dibêje: Ez bawer im ku huner peyam e, bi wê gotinê em ji asta hunerê datînin, ne bilind dikin. Huner bi hemû çemên xwe jiyan e. Huner qewareyeke ji giyan, xwîn, çehr, hest, hêsir û şahî ye û ez serederiyê bi tabloyê re wek beşeke biçûk yan perawîzekê nakim. Huner dîroka mirov, cih, giyan û sirûştê ye. Li vir bi hunermendê mezin Omer Hemdî “Malva” re hevnerîn im ku gotiye: “Huner bi mirov re jidayik bûye û bi sirûştê re bidawî dibe. Ew narvîn, jiyan û berdewamiya me ye”

Li ser pirsa şêwermendên Kurd ta kû di hunera şêwekariyê de gav avêtine, Melek Muxtar dibêje: Li gor vê têgeha ku we gotiye, heger gav di hunerê de avêtine, dibînim ku tevî qerebalixa mezin a li tora civakî heye û tevî girîngiya hin navan jî, lê bawer im hîna em kayika ezmûnên kesên din dikin.

Li ser pirsa, koçberî û penaberî ne tim nerênî ye, nasîna çandên gelên din ji nêzîk ve, derfetek e ku nerîn û raman berferehtir bibin, herwiha derfetek e şêwekarên Kurd dozên gelê xwe bi cîhanê bidin naskirin. Melek Muxtar di vê derbarê de dibêje: Heger koçberî û rêwîtî ji neçarî ve be, gelekî nerênî ye, ji ber ku birînên li mirov vedibin, zû bi zû derman nabin û ew birîn ta dil digurpe vekirî dimînin. Ligel wê jî, cihê ku tu gihîştiyê jî te napejirîne û hebûna te red dike, ev jî şikestineke din di birînê werdide. Rêwîtî ne take rê ye bo naskirina çand û kelepûrên gelên din e, dibe ku di serdemên berê de wiha bû, lê niha û di vê serdema bilez de gelek seko hene ku mirov di riya wan re dikare ji çandên hemû cîhanê ve nêzîk bibe. Mirov heger li mal yan di bin konekê de be jî vê hemcureyê dijî.

Li ser beşê duyem ji pirsê, li vir dixwazim bibêjim jî, tiştek bi navê şêwekariya Kurdî nîn e, belkû şêwekarên Kurd hene. Hunermend bi giştî û di nava wan de şêwekar jî roleke wan a girîng di resimandina jînenîgariya gelê xwe de heye û Di dirêjahiya dîrokê de ew bîranîn gel in. Hunermend di koçberiya neçar de hewl didin gelek tişt pêşan bidin û beşdarî gelek çalakiyan dibin, her wiha hewl didin bi xelk û gelên dibin naskirin ku ew jî hêjayî jiyanê ne û jê hez dikin û ji pêkvejiyana bi aştî bi hemû gelên din re jî hez dikin û wek wan xwedî nasname, ziman, ceografya û reng in û mafê wan ê henasedan û nasnameyê heye. Lê tevî keda didin, li pêş êşa ku dijîn ne tiştek e.

Li ser tevgera şêwekariyê ya Kurdî û bi taybet a jinê, Melek Muxtar dibêje: Rewşa tevgera şêwekariyê ya Kurdî li Kurdistana Sûriyê ji rewşa tevgera ramyarî, siyasî, yan çandî ne cuda ye, ma rewşa me ya giştî baş e, heta ku rewşa şêwekariyê baş be?! Wêranî û nexweşî li her derekê ye. Hunermendên Kurd ên Sûrî niha li kû ne?! Hemû wek vî gelî li hemû cîhanê belav bûne. Heger bêhtir ji nîvê Kurdan koçber bûne, tabî şêwekar jî di nav de emê çawa bikarin vê rewşê binirxînin?! Ezê li hember vê pirsê bêdeng bimînim. Heger hunermendek biqasî bejna Omer Hemdî nikarî di xaka welatê xwe de bihata veşartin, emê çawa li ser rewşeke ewqas bi toz û bahoz biaxivin?! Li vir bêdengî ciwantir e.

Dema rengê Melek Muxtar bi zîziya ji welat re tevlîhev dibe, çi tablo li pêş me berceste dibe? Melek Muxtar: Ma ti reng mane? Ma ti reng ji welat re mane û ma ti tiştek di hinava me de maye bi zîziyê bigurpe?! Ji welat wek miriyan derketin, çawa mirî dikarin bibîr bînin?! Ev gotin çehrê tabloya li pêş me berceste dike, tabloya mirina me, ya ku bi kêm qerebalixî û pir bêdengî hatiye xêzkirin, heta lê hatiye ku reng di me û ji me ve winda dibin. Tablo wiha lê hatiye, girîngiya wê ji kiryara bi serê me de hatiye kirin, kêmtir bûye.

 

Reng dihêlin bêhtir bi jiyanê bigirim
Reng dihêlin bêhtir bi jiyanê bigirim
Reng dihêlin bêhtir bi jiyanê bigirim
Reng dihêlin bêhtir bi jiyanê bigirim
Reng dihêlin bêhtir bi jiyanê bigirim
Reng dihêlin bêhtir bi jiyanê bigirim
Reng dihêlin bêhtir bi jiyanê bigirim
Reng dihêlin bêhtir bi jiyanê bigirim
Reng dihêlin bêhtir bi jiyanê bigirim
Reng dihêlin bêhtir bi jiyanê bigirim
Reng dihêlin bêhtir bi jiyanê bigirim
Reng dihêlin bêhtir bi jiyanê bigirim
Reng dihêlin bêhtir bi jiyanê bigirim
Reng dihêlin bêhtir bi jiyanê bigirim
Reng dihêlin bêhtir bi jiyanê bigirim
Reng dihêlin bêhtir bi jiyanê bigirim