Rêveberiya Xweser bersiva Îtîlafa opozîyona Sûriyê dide

Rêveberiya Xweser li Rojhilat û Bakurê Sûriyê radigihîne, gefên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf), hewleke ji bo têkdana aramiyê ye û rewakirina dagîrkirina Tirkiyê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser li Rojhilat û Bakurê Sûriyê radigihîne, gefên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf), hewleke ji bo têkdana aramiyê ye û rewakirina dagîrkirina Tirkiyê ye.

Duhî serokê berê yê Îtîlafê û rasperdeyê bi pêkanîna hikûmeta demkî ya Sûriyê Ebdilrehman Mustefa ragihandibû, divê Rojhilata Feratê ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bê pakirin û hêzên wan li wir bicih bibin.

Rêveberiya Xweser bersiva vê daxuyaniya Îtîlafê da û di daxuyaniyekê de ragihand, daxuyaniya Îtîlafê hewlek ji bo têkdana aramî û ewlehiya navçeyên rizgarkirî ye û rewakirina dagîrkirina Tirkiyê û perçekirina navçê ye.

Rêveberiya Xweser da zanîn, Îtîlaf nikare bi roleke niştimanî ya Sûrî rabe û di destê Tirkiyê de bûye alavek û dixwaze êrîşî navçeyên wan bike.

Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser bang kir, ku girîngî bi karên çareserkirina krîza Sûriyê û aramî û diyarkirina binpêkirinên ku li navçeyên di bin kontrola Tirkiyê û hêzên Îtîlafê de tên kirin, bê dayîn.

Di beşeke din jî Rêveberiya Xweser got: Projeya Rêveberiya Xweser, projeyeke pirreng û ferehalî ye û gerentiya pêkanîna çareseriya demokratîk û parastina yekperçeyîya  Sûriyê ya civak û ceografyayê dike.

 

S. B