Li Enqereyê 3 ciwanên Kurd şanoyek pêşkêş dikin

Li Enqereya paytexta Tirkîyeyê sê ciwanên Kurd ku ji bakurê Kurdistanê hatine û zêdetirî 10 sal in ku şanoyê dikin bi performansên xwe bala her kesî dikişinin. Ciwanên Kurd ev 2 meh in ku li Navenda Çand û Hunerê Black Fishê dest bi lîstika Jerry û Toma nivîskarê Amerîkî Rick Cleveland kirine ku ji alîyê temaşavanan ve rastî eleqeyeke mezin tê. Lîstik behsa derûnîya 3 kujeran, veguherîna wan û peywendîyên wan dike, geh dide kenandin geh jî mirovan xemgîn dike.

K24- Enqere

Li Enqereya paytexta Tirkîyeyê sê ciwanên Kurd ku ji bakurê Kurdistanê hatine û zêdetirî 10 sal in ku şanoyê dikin bi performansên xwe bala her kesî dikişinin. Ciwanên Kurd ev 2 meh in ku li Navenda Çand û Hunerê Black Fishê dest bi lîstika Jerry û Toma nivîskarê Amerîkî Rick Cleveland kirine ku ji alîyê temaşavanan ve rastî eleqeyeke mezin tê. Lîstik behsa derûnîya 3 kujeran, veguherîna wan û peywendîyên wan dike, geh dide kenandin geh jî mirovan xemgîn dike.

Derhênerê lîstikê Taner Çelîk ku Kurdekî ji bajarê Qersa Serhedê ye dibêje, ew piştî prova û amadehîyên pênc mehan biryar dane ku vê lîstikê bilîzin. Çelîk dibêje, ew bi derfetên piçûk û li ciheke piçûk şanoya "black bass"a cureyeke şanoyê didin pêşandan.

Taner Çelîk- Derhêner, got:SOT-"Piştî xebat û provayên 5 mehan me dest bi pêşandana lîstika xwe kir. Ev bû lîstika pêncem. Bi rastî bo me gelek bertekên xweş hatin. Mirovên ku werin temaşe bikin wê lîstikeke gelekî cuda bibînin. Em dixwazin di pêşerojê da lîstikên xwe li Colemêrg, Dîyarbekir û Wanê jî bilîzin."

Şanogerên Kurd ku 10-12 sal in li gel karên xwe yên eslî, şanoyê dikin jî behsa amadehîyên xwe yên bo rolê û behsa bertekên erênî dikin.

Hasan Huseyin Ekîn-şanoger, dibêj:"Min li zanîngehê bi koma şanoyê ra dest bi şanogerîyê kir. Em sê heval ji wê rojê şûnde jihev cihê nebûn. Ji sala 2015an û vir ve jî me li Enqereyê di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya KABA'yê da dest bi xebatên hunerî kir. Me berê lîstikên zarokan dilîst, niha jî em lîstikên mezinan dilîzin. Bi rastî em gelek kêfxweş in."

Selçuk Yilmaz- şanoger, got:"Ez ji Semsûrê me. Nêzî 12 sal in ku bi şanoyê ra mijûl dibim. Lehengê ku ez dilîzim Jerry e. Serpêhatîya wî ya 8 salan e. Lehengekî saf e, carinan xemgîn dibe, carinan bi hêrs dibe. Dema min xwe amadeyê vê rolê kir, di serî da min rihê Jerry baş nas kir û min xwest bi awayeke herî baş wî bînim ziman."

Şanogerê Semsûrî Emîn Olbecî dibêje, ew niha li ser ziman û şanoya Kurdî dixebitin ku di pêşerojê da bikaribin li bakurê Kurdistanê bi zimanê Kurdî lîstikan bilîzin.

Emîn Olbecî- şanoger, got:"Em dixwazin lîstikên xwe bi Kurmancî jî bilîzin. Ji bo vê em dixebitin. 3-4 sal şunda em dixwazin şanoya xwe bi Kurmancî bilîzin. Hemû deren Kurdistanê em dixwazin bilîzin."

Her wiha temaşevanên Kurd jî destnîşan dikin ku ew dixwazin ku şanogerên Kurd bi zimanê xwe jî biakribin şanoyê bilîzin ku ev yek wê wan zêdetir kêfxweş bike.

Zelîha Demîrel-temaşevan, dibêje:"Lîstikeke gelekî baş bû. Mirov dema temaşe dike, yek caran dikene, yek caran xemgîn dibe û carinan jî difikire. Lîstikvan jî gelekşî xweş lîstin. Lîstikvan Kurmanc bûn lê belê bi Tirkî dilîstin. Divê êdî ew şanoya xwe bi Kurdî jî bilîzin."

Navenda Çand û Hunerê Black Fish yanê Masîreşê Piçûk, ev 4 sal in ku li Enqereyê bi kursên ziman, atolyeyên li ser şano û sînemayê karûbarên xwe yên hunerî û kulturî didomîne.