KCKê kuştina endamê Konseya Serokatiya KCKê piştrast kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a (KCK) kuştina endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Diyar Xerîb di operasyoneke artêşa Tirkiyê li ser Qendîlê de piştrast kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a (KCK) kuştina  endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Diyar Xerîb di operasyoneke artêşa Tirkiyê li ser Qendîlê de piştrast kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand, endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Diyar Xerîb (Helmet) û gerîlayên bi navê Devran û Şahîn ên bi wî re bûn, li Qendîlê 5'ê Tîrmehê di êrîşa esmanî ya firokeyên şer ên Tirkiyê de canê xwe jidest dane.

Pêştir Ajansa Fermî ya Hikûmeta Tirkiyê, Endamê Konseya Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Diyar Xerîb, di encama operasyoneke hevbeş a Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê MÎT û Arteşa Tirkiyê de roja 27ê Hezîranê canê xwe ji dest daye.

Diyar Xerîb (Helmet) sala 1973an li navçeya Qeredaxê jidayik bûye, kolîja zanistê beşê fîzyayê temam kiriye. sala 1992an pêwendî bi PKKê re kir. Di sala 2008an bû Serokê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê bû.

 

S. B