Ajansa Atomî ya Navneteweyî: Îranê meyandina Ûranyûmê gihandiye ji sedî 4,5

Ev ast a meyandina Ûranyûmê ji ya Rêkeftina Atomî, ku ji sedî 3.67 gelek bilindtir e û ev pêngava Îranê wekî binpêkirinek berçav a Rêkeftinê tê dîtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor Dengê Amerika di civîna dawî ya ligel endamên Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî (UAEA) li paytexta Nemsayê Viyanayê hatiye ragihandin, ku Komara Islamî ya Îranê meyandina Ûranyûmê gihandiye ji sedî 4,5.

Ev ast a meyandina Ûranyûmê ji ya Rêkeftina Atomî, ku ji sedî 3.67 gelek bilindtir e û ev pêngava Îranê wekî binpêkirinek berçav a Rêkeftinê tê dîtin.

Îran vê pêngava xwe bi vekşandina Amerika ji Rêkeftina Atomî û sepandina dorpêçan liser Îranê ve girêdide.

 

 

 

C.B