YE ji lêgerînên enerjiyê yên Tirkiye li derdora Qibrisê dilgiran e

Berpirsên Yekîtiya Ewrûpa (YE) diyar kirin e, ger Tirkiye lêgerînên xwe yên enerjiyê li derdora Qibrisê ne rawestîn e, dê rastî dorpêçan were.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnera bilind a siyaseta ewlekarî û derve ya Yêkitîya Ewrûpa Mogherînî bi daxûyaniyekê got: Ew roja hewla darbeya leşkerî baş tê bîr a wan û ew li gel, xelkê Tirkiyê ne.

Federica Mogherînî bi daxûyaniyekê got: Ew roja hewla derbeya leşkerî ya berîya 3 salan, baş tê bîr a wan û ew li gel, xelkê Tirkiyê ne.

Federica Mogherînî da zanîn: Bi darbeyên leşkerî, li çi welatan demokrasî pêş nakeve û ew bi dilsozî ligel biryara gelê Tirkiyê ne.

Mogherînî bi rêya telefonê li gel Wezirê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu axiviye û gotîye: Kes nikare hevkariya wan ya li gel Civaka Tirkiyê lêpirsîn bike.

Federica Mogherînî gûmanên xwe yên lêgerina petrolê ya li Girava Komara Qibrisê jî, anîye ziman.

Berpirsên Yekîtiya Ewrûpa diyar kirin e, ger Tirkiye lêgerînên xwe yên enerjiyê li derdora Qibrisê ne rawestîn e, dê rastî dorpêçan were.

 

 

C.B