Mezlûm Kobanî: Tirkiye êrîşî me bike, dê şerek mezin rû bide

Fermandarê HSDyê Mazlum Kobanî radigihîne: Ger Erdogan êrîşê wan bike dê şer li 600 kîlometreçargoşeyan belav bibe...

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê HSDyê Mazlum Kobanî radigihîne: Ger Erdogan êrîşê wan bike dê şer li 600 kîlometreçargoşeyan belav bibe.

Mazlum Kobanî ji malpera Ahwalê re dibêje: Wan li Efrînê şerî  sînordar kir û li wî bajarî girt. Lê di encama êrîşeke din de ewê ji Menbiçê heta Îdlibê şerek berfireh bidin destpêkirin. Wan biryar girtine. Ger Tirkiye êrîşê cihekî din bike dê şerek giştî destpê bike. Ev şer dê li 600 kîlometreçargoşeyan belav bibe û bi salan berdewam be.  Wan vê biryara xwe ji herkesî re eşkere kirine. Amerîka jî Tirkiye jî ji birayara wan a şerî agahdar e. Ger Tirkiye êrîşek din bike dê şerê navxwe ya duyem a Suriyeyê destpê bike. Wan xwe ji bo şerekî dijî Erdoganî amade kirine.

Fermandarê HSDyê amaje dike. Amerîka naxwaze şerek bi vî rengî rû bide û bi helwestek erenî tevdigere.

 

 

C.B