Amerîka amadekariya operasyoneke leşkerî li Kendavê dike

Fermandariya Navendî ya Amerîka aşkere dike, Amerîka mijûlî amadekariya encamdana operasyoneke leşkerî di bin navê “Gardian” dike, ji bo riyên avî yên li Kendava Erebî û Rojhilata Navîn bi giştî biparêze.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Navendî ya Amerîka aşkere dike, Amerîka mijûlî amadekariya encamdana operasyoneke leşkerî di bin navê “Gardian” dike, ji bo riyên avî yên li Kendava Erebî û Rojhilata Navîn bi giştî biparêze.

Di daxuyaniyekê de hat ragihand, Fermandariya Navendî ya Amerîka kar ji bo pêşxistina proseya deryayî ya Navdewletî “Gardian” dike, ji bo çavdêrî û ewlehiya riyên avî yên sereke li Rojhilata Navîn baştir bike û  gerentiya tevgera deryayî bike, bi taybet piştî bûyera vê dawiyê li Kendavê.

Ev prose ji ber desteserkirina  keştiya petrolhilgir a Brîtanî ji aliyê artêşa Îranê ve ye, ku duhî destpê kiribû. Her çend e Îran dibêje, keştiya Brîtanî peyrewên navdewletî binpê kiriye, ji ber wê jî ew desteser kiriye.

Ligel wê jî hat zanîn, Richard Spencer Hevrêzkarê Karûbarê Wezareta Bergîriyê ya Amerîka fermana veguhastina yekîneyeke leşkerî ya Amerîka bo Siûdiyê daye, ta berjewendiyên Amerîka li Rojhilata Navîn biparêze.

Di daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîk de hatiye, armanca Washington ji wê operasyonê, ewlekarîkirina rewşa deryayî û peydakirina selametiya derbasbûna wan keştiyan bi aramî û kêmkirina aloziyan di nava deryaya navdewletî de ye li seranserî cîhanê û tengeava Hurmizê û Bab El Mendeb û Kendava Omanê.

Li gor daxuyaniyê, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîka, Washington ji bo wê operasyonê hevahengiyê ligel Hevpeymanan dike, ta gerentiya azadiya deryayî li navçê û parastina riyên deryayî bike.

 

S. B