Pispor: Ti endameke nikare Tirkiyê ji NATOyê derbixe

Li Tirkiyê ji ber kirîna mûşekên S 400 ji Rûsyayê mijara tê nîqaşkirin ew e ku Tirkie dê ji endamtiya NATOyê bê derxistin ya na.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyê ji ber kirîna mûşekên S-400 ji Rûsyayê mijara tê nîqaşkirin ew e ku Tirkie dê ji endamtiya NATOyê bê derxistin ya na. Ji ber ku li gel Amerîkayê endamên NATOyê jî dilgiranin ku Tirkiyê mûşekên S-400 kîrîne. Li gorî hin pisporên Tirkiyê hêza tu endameke NATOyê nîne ku Tirkiyê din ava NATOyê de derbixe. Hin pispor jî dibêjin Tirkiye neçare din ava NATOyê de bimîne ji ber ku rêxistineke din ya weke NATO nîne lê di warê siyasî de bi endamên NATOyê re dê di nava rageşiyê de be.

Di navbera Tirkiye, Amerîka û NATOyê mijara ji rûsyayêkirîna mûşekên S-400 weke kêşeyekê berdewam dike. 12ê Tîrmehê pê we veguhestina perçeyên mûşekên S-400 ji bo Tirkiyê berdewam dike û heta niha 16 firokeyên barhilgir yên Rûsî hatine Enqera paytexta Tirkiyê. Beramerî van geşedanan ji aliyê çapemeniya Amerîkî de tê belavkirin ku êdî dema derxistina Tirkiyê ji Endamtiya NATOyê hatiye. Herwiha li Tirkiyê jî ev yek weke mijareke sereke tê nîqaşkirin.

Li gorî generale Tirk yê ku berê din ava NATOyê de 8 salan erkdarî kiriye Kûrşat Atilgan tu endameke NATO nikare Tirkiyê di NATOyê de derxîne ev yek zirarê digehîne Ewlehiya NATOyê jî.

Generalê Tirk yê Berê Di nava NATOyê de Kûrşat Atilgan ji K24ê re wiha axivî: “Ne serokê Amerîkayê ne jî kesekî din nikara Tirkiyê ji Endamtiya NATOyê derxîne. NATO rêxistineke parastinê ye û derxistina Tirkiyê ya din ava vê rêxistinê de ne mimkûne. Di sîstema rêveberiya NATOyê de tu endamek nikare endamekî din derxîne. Encax dema ku Tirkiye bixwaze wê çaxê dikare derkeve. Tirkiye ji NATOyê derbikeve ewlehiya welatên NATOyê jî dikeve talûkeyêde di qada rojava de."

Li gor nûçeya Sputnik a Rûsî, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji siyasetmedarê Rûsî Vladimir Jirinovski re gotiye: Tirkiye amade ye ji NATO derbikeve. Lê belê Pisporê Pêweniyên navdewletî Engîn Oktem dibêje ger Tirkiye ji NATOyê derbikeve tu rêxistineke din ya leşkeri nîne ku bikevê loma dê her di nava NATO de bimîne. Lê di warî siyasî dê dê bi kêşeyan re rû bir û bimîne.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Engîn Oktem dibêje: “Tirkiye welatekî azade û dikare her cure çekan bikire. Lê belê ev nayê vê wateyê ku Tirkiyê dê di nava NATOyê de derkeve. Ji ber ku tu rêxistineke din bi qasî NATOyê berfireh û bi hêz nîne ku Tirkiye bibe endamê wê. Ji loma jî Tirkiye dê her din ava NATOyê de bimîne. Lê belê di warê siyasî de pêwendiyên Tirkiye yên bi endamên NATOyê re êdî weke berê nabe. Dê her bi guman nêzîkê Tirkiyê bibin.”

Endamtiya Tirkiyê ya ji bo NATOyê di sala 1952an de dest pê kiriye û Tirkiye yek jî welatê herî bihêz yê din ava wê rêxistina leşkeri de ye. Lê belê ji ber meseleya ji Rusyayê kirîna Mûşekên S-400 niha endamtiya Tirkiyê tê nîqaşkirin û rayedarên NATOyê jî dilgiranin. Pispor jî dibêjin di warê siyaseî de heyameke zehmet di nava NATOyê de pêşiya Tirkiyê ye.