Nêçîrvan Barzanî destxweşiyê li hêzên Asayiş û Dijeterorê dike

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber desteserkirina tawanbarê sereke û hevkarên wî di karê teroristî yê li bajarê Hewlêrê de, di peyamekê de destxweşiyê li hêzên Asayişê û Dijeterorê yên Herêma Kurdistanê dike.
Di Peyama Serokê Herêma Kurdistanê de hatiye: “Hêzên Asayişê û Dijeterorê yên Kurdistanê bi serkeftî karîn tawanbarê sereke û hevkarekî wî di karê teroristî yê roja 17ê Tîrmeha 2019an ê teqekirina li xwaringeheke Hewlêrê de desteser bikin, ku cihê mixabiniyê bû di bûyerê de dîplomatkarekî Tirkiyê û du welatiyên Herêma Kurdistanê canê xwe jidest dabûn.”
Herwiha di peyamê de hatiye, “Serkeftina hêzên Asayişê û Dijeterorê di erkê xwe ya sereke de, dilsoziya van hêzan ji bo kar û parastina Herêma Kurdistanê û welatiyan diçespîne. Diyar e piştî bûyereke wiha nexweş û tirsonekane, tekeziya sereke ya desthilatên Herêmê li ser desteserkirina tawanbaran û hevkarên wan bû û dibe. Destkefta serketiyane ya hêza Asayişê û Dijeterorê di wê de bû ku her dem karîne hewlên teroristî pûç bikin û nehêlin ziyan bigihe xelkê Herêmê û mêvanan.”
Di dawiyê de Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “Ta niha bi karînên xwe Herêma Kurdistanê û welatî parastine, di dahatûyê de jî her wek berê jî di karê xwe yê cidî de berdewam dibin ji bo gerentîkirina aramî û ewlehiyê li Herêma Kurdistanê. Tawanbarên desteserkirî û hevkarên wan jî li gor yasa serederî pê re tê kirin.”
S. B