Çavuşoglu: Dixwazin bi Iraqê re operasyonê li dijî PKKê bikin

Wezîrê Deve yê Tirkiyê radigihîne, ew dixwezin gavên giring yên ewlekariyê bi Hikûmeta Iraqê re bavêjin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Deve yê Tirkiyê radigihîne, ew dixwezin gavên giring yên ewlekariyê bi Hikûmeta Iraqê re bavêjin.

Wezîrê Deve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu ragihand, ew bi Hikûmeta Iraqê ji bo ku bi hev re pirsgirêkên ewlekariyê çareser bikin, hevdîtinan pêk tînin.

Da zanîn jî, Taybet di warê hebûna PKKê de, ew dixwezin Hikûmeta Iraqê re gavên berçav bavêje û pêwîst e PKK li Iraqê nemîne.

Çavusoglu diyar kir, ew dixwezin bi Hikûmeta Iraqê re li dijî PKKê operasyonan pêk bînin. Lê di warê hewalgîriyê de kêmasî hene.

Amaje bi wê jî kir, di demek nêzîk de ewê serdana Iraqê bike û paşê jî Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan serdana Iraqê bike.

 

S. B