Ebdulmehdî: Fermana girtina 11 wezîran heye

Serokwezîrê Iraqê eşkere dike, fermana girtinê ji bo 11 wezîran heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê eşkere dike, fermana girtinê ji bo 11 wezîran heye.

Di kongreya xwe yê rojnamevanî yê heftane de, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî tekez kir, ku fermana girtinê ji bo 11 wezîran heye, bê ku amaje bi navên wan bike.

Herweha di beşek din a axaftinên xwe de, Serokwezîrê Iraqê eşkere kir, ku 1 hezar û 267 dosyeyên gendeliyê ji bo desteya destpakiyê hatine şandin û 4 hezar û 167 dosyeyên din jî, hîn nehatine yekalî kirin.

 

 

 

C.B