Mîrê Êzidiyan: Şingal ji xaka Kurdistanê ye

Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg bersiva PKKê dide tekez dike, Şingal xaka Herêma Kurdistanê ye û divê pirsgirêkên wê di çarçova madeya 140 a destûra Iraqê de bê çareserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg bersiva PKKê dide tekez dike, Şingal xaka Herêma Kurdistanê ye û divê pirsgirêkên wê di çarçova madeya 140 a destûra Iraqê de bê çareserkirin.

Hevseroka KCKê Besê Hozat de ku gotibû, “Şingal xaka Iraqê ye û ne Kurdistan e” Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg di bersiva daxuyaniya wê berpirsa KCKê de ji K24ê re got: “Şingal beşek ji xaka Kurdistanê ye.”

Mîrê nû yê Êzidiyan tekez kir jî, Şingal navçeyeke madeya 140 ye û divê pirsgirêka wê di çarçova wê madeya destûrî ya Iraqê de bê çareserkirin. Amaje bi wê jî da, piştî êrîşa DAIŞê ser Şingalê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ti awayî xemsarî bo Şingal û xelkê wê nekiriye.

Ev daxuyaniya Mîr Hazim Tehsîn Beg di demekê ye, duhî Hevseroka KCKê Besê Hozat ragihandibû, Şingal beşek ji Iraqê ye û ew serbilind in ku pêwendiya wan a baş bi artêşa Iraqê re heye û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) cihê xwe di nava artêşa Iraqê de girtiye.  

 

S. B