Cara yekemîn e li diyarbekirê jineke bermalî li ser motosîkletê tê dîtin

Jineke bermalî, piştî ku nexweşîna şekir li hevjînê wê peyda dibe; dest bi çêkirina xwarinên malê dike û neçar dibe, ku bi derfetên kêm, sparişên xwe bigihîne muşteriyan. Ayşe Daş, dayîka 5 zarokan e û ji bo ku, karê xwe bi rêk û pêk bike, cara yekemîn e, ku wekî jineke bermalî, bi motosîkletê li kolanên Diyarbekirê digere û siparişên muşteriyan belav dike.

K24- Dîyarbekir

Jineke bermalî, piştî ku nexweşîna şekir li hevjînê wê peyda dibe; dest bi çêkirina xwarinên malê dike û neçar dibe, ku bi derfetên kêm, sparişên xwe bigihîne muşteriyan. Ayşe Daş, dayîka 5 zarokan e û ji bo ku, karê xwe bi rêk û pêk bike, cara yekemîn e, ku wekî jineke bermalî, bi motosîkletê li kolanên Diyarbekirê digere û siparişên muşteriyan belav dike.

Ayşe Daş, jineke bermalî ye û dayîka 5 zarokan e. Beriya niha 2 sal berê hevjînê wê bi nexweşîna şekir dikeve û ji ber bêtaqetiyê nikare bixebite. Jina bermalî jî biryar dide ku vê carê ew barê malê û zarokan hilgire ser milên xwe û di dikaneke biçûk de dest bi çêkirina xwarinên malê dike. Xebatkarên ku alîkariya wê dikin jî xizmên wê ne û ji bo ku bikaribin debara rojane bikin; hem biroj hem jî bişev xwarinan çêdikin. Ayşe Daş diyar dike ku carinan rojane 7 cure xwarinan çêdike. 

Ayşe Daş-aşpêj, dibêje:"7 meh in min li vê derê, vî karî vekiriye. Ji ber ku min ji vî karî hez dikir, loma min vekir. Ji bo ku ez li ser lingên xwe bisekinim, loma min vekir. Ango armanca min ev bû. Niha baş e, baş diçe, rojane 5,6 carinan 7 cureyan çêdikim. Biroj kutlikan, mantiyê çêdikim. Bişev jî şirdan û hûr û rodiyan çêdikim. "

Ji ber ku di nav kargehên aşpêjiyê de xwarinên malê kêm tên çêkirin, yên heyî jî rastî eleqeya xelkê tên. Piraniya karê Ayşe Daş, li ser siparişên derve bûne û ji ber ku derfeta wê ya girtina xebatkaran tunebûye, wê bixwe siparişên xwe belav kirine; lê aşpêjê ji vê pirsgirêkê re jî çareserî dîtiye û xwe hînî ajotina motosîkletê kiriye. Niha Ayşe Daş, danê nîvrojê bi motosîkleta xwe, siparişên muşteriyên xwe zûtir digihîne.

Ayşe Daş-aşpêj, got:"Nêzîkahiya xelkê gelek xweş e. Kêfa xelkê tê ku jinek motosîkletê dihajo. Gelek caran jin min didin rawestandin, dibêjin em jî dikarin bihajon? Ez dibêjim belê hûn dikarin bihajon. Hemû jin dikarin li ser lingên xwe bisekinin. Jin jî dikarin kar bikin, pere qezenc bikin, heta mirov destên xwe li ber xelkê veke, mirov ji xwe re bike çêtir e."

Jineke Kurd; hem dayîk e, hem xebatkar e. Ayşe Daş cara yekemîn e ku wekî jineke bermalî, li ser motosîkletê digere û keda destê xwe li nav esnafan belav dike. Daxwaza wê ew e ku ji saziyekê daxwa çêkirina xwarina tomarî jê re were. Şîreta wê jî li jinan ew e ku hêza xwe biçûk nebînin û bikaribin li ser lingên xwe bisekinin.