Suriye: Ji bo agirbestê li Idlibê mercên me hene

Sûriyê mercên xwe ji bo rawestandina şerê Îdlibê ragihand

K24 – Navenda Nûçeyan

Sûriyê mercên xwe ji bo rawestandina şerê Îdlibê ragehand.

Jêderek leşkerî yê Sûrî ji ajansa fermî a wî welatî – SANA re ragehand, Artêşa Sûriyê razî bûye ji îşev ve, şerê navçeya kêmkirina şer li Îdlibê bi merc rawestîn e.

Artêşa Sûriyê daxwaza bicîhkirina rêkeftina Soçî dike, ku divê çekdarên opozisyonê 20 kêlometran ji hêlên şer paşde vekişin û çekên xwe yên giran û navendî jî, ji bereyên şer vekişînin.

Serokê Rûsyayê Vladîmir Putin û Serokomarê Tirkiyê li Îlona sala borî li Soçî civiyabûn û li ser avakirina navçeya kêmkirina şer li bakurê rojavayê Sûriyê lihev kiribûn.

 

 

C.B