Li Hemayê şerê giran di navbeyna Hêzên rêjîmê û Opozisyonê de

Di şerê îro yê gundewarên Hemayê de, 18 leşker û çekdarên hikûmet û opozisyona Sûriyê hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di şerê îro yê gundewarên Hemayê de, 18 leşker û çekdarên hikûmet û opozisyona Sûriyê hatine kuştin.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belav kiriye, şer û pevçûnên di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyê û çekdarên Opozsiyonê li derdora gundên El-Zekat û Hesraya yên bakurê Hemayê berdewam in, di encam de, heşt leşker û çekdarên ser bi hikûmeta Sûriyê ve, û deh çekdarên Opozisyonê jî hatine kuştin.

Herweha di şerê Îro de, Hêzên Hikûmetê 4 gund ji bin destê Opozisyonê derxistin.

 

 

 

C.B