Pêşmerge, rojek wekî îro, proseya têkbirina DAIŞê berî 5 salan destpê kir!

Hêzên Pêşmerge, şerê dijî rêxistina hov a terorî DAIŞ di 2ê Tebax a 2014an de, di bînkeya serbazî Keskî de, li devera Neynewa destpê kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Pêşmerge, rojek wekî îro berî 5 salan proseya şerê têkbirina DAIŞê destpê kir. Piştî şerek giran û dirêj, liser navê tevayiya mirovahiyê, nirxên pêkvejiyan û rêzdariyê, demokrasî, aştî û ewleyiyê – DAIŞ ji xaka Kurdistanê qewitand û DAIŞ ber bi têkçûnê ve çû.

Hêzên Pêşmerge, şerê dijî rêxistina hov a terorî DAIŞ di 2ê Tebax a 2014an de,  di bînkeya serbazî Keskî de, li devera Neynewa destpê kir.

Fermanbarên  Hêzên Pêşmerge, ku di wî şerî de beşdarî kirî, diyar dikin, ku armanca DAIŞ dagîrkirina xaka Kurdistanê û têkşikandina Pêşmerge bû.Lê, ev armanca hov biser neket û DAIŞ bi destê Pêşmerge ve hate têkbirin û proseya tekşidandina serbazî ya DAIŞ destpê kir.

Serfermandarê Pêşmerge Cemal Enînkî ji Kurdistan24 re ragihand, ku piştî tekşikandina serbazî ya DAIŞ, bi egera bûyera 16ê Oktober a sala 2017an ewleyî nekarî li deverên derveyî îdareya herêma Kurdistanê bê sepandin. Herweha Emînkî destnîşan kir, ku xebatên pêkanîna komisyonên hevbeş ên serbazî ligel Artêşa Iraqê dom dikin, lê heta niha rêkeftinek encam ne da ye.

 

 

C.B