Rûsya: Li Idlibê em dikarin alîkariya Tirkiye bikin

Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo Sûriye Aleksander Lavrentiev diyarkir, ji bo ku Tirkiye erkên xwe li Idlibê bicîh bîn e, Rûsya amade ye alîkariyê bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo Sûriye Aleksander Lavrentiev diyarkir, ji bo ku Tirkiye erkên xwe li Idlibê bicîh bîn e, Rûsya amade ye alîkariyê bike.

Lavrentiev anî ziman, ku: “Tirkiye girêdayî Rêkeftina Soçî, çendîn erk liser Idlibê girt ser xwe, lê ger Tirkiye di bicîhanîna van erkan de bi hin zehmetiyan re berbiçav were, Rûsya dikare destî alîkariyê bigihîne Enqere”.

Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê, herweha destnîşankir, ku: “Di çarçoveya gera Astana ya 13emîn de li paytexta Kazaxistanê Nursultan, em ligel rejîmê û Opozisyonê jî axaftin. Ger li Idlibê di têkoşîna dijî Heyet Tehrîr el Şam û grûbên din ên tundrew de, alîkariyê ji me bixwazin, dikarin vê yekê ji me bixwazin û em dê alîkariya wan bikin”.

Lavrentiev got, ku hatiye plankirin, civîna bilind a Serokên Rûsya, Îran û Tirkiye di 11ê Îlonê de li Enqere lidar bikeve.

 

 

C.B