Soylu: Em tenê koçberên netomarkirî vedigerînin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxweyi yê Tirkiyê dibêje, li Tirkiyê 3 milyon û 639 hezar penaberên Sûriyê yên tomarkirî li Tirkiyê hene û mafê welatiyê dan e 92 hezar penaberan.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu di derbarê koça neyasayî de bi rêveberên medyayê re civiya û got, di salên dawî de Tirkiye bi pêlek mezin û neçaverêkirî ya penaberan re rûbirû ye.
Soylu got, Komara Tirkiyê di dîroka xwe de, 5 milyon û 700 hezar koçber wergirtin e, ku piraniyan wan di salên dawî de hatine Tirkiyê.
Da xuyakirin, ew koçberên netomarkirî vedigerînin, ji bo vê navendên vegerandinê zêde kirin e û da zanîn, welatiyên Sûriyê ji Tirkiyê mûçe wernagrin û kesên mafê welatîbûnê wergirtine jî 92 hezar û 280 kesin ku nîvê wan zarok in.
C.B