Şandek Amerikayê liser Herêma Ewle seredana Tirkiye dike

Şanda leşkerî ya Amerîkayê, bi armanca gotubêjkirina rewşa herêma ewle, 4'ê Tebaxê seredana Tirkiyê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda leşkerî ya Amerîkayê, bi armanca gotubêjkirina rewşa herêma ewle, 4'ê Tebaxê seredana Tirkiyê dike.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser twîtterê da xuyakirin, şanda Amerîkayê bi armanca danustandinên li ser çawaniya herêma ewle, 4'ê Tebaxê seredana Tirkiyê dike.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Tirkiyê jî dabû xuyakirin, ew hêvî dikin, di derbarî herêma ewle de bi Amerîkayê re rêyeke hevbeş bibîn in, eger weha nebe, Tirkiye dê plana xwe cîbicî bike.

Tirkiye dixwaze kûrahiya herêma ewle, 32 kîlometre be û di bin kontrola artêşa Tirkiyê de bimîn e.

 

 

C.B