PAK: Em jenosîda li dij Kurdên Êzidî û qesasan rûreş dikin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di derbarê roja jenosîda li dij Kurdên Êzdî li Şingalê, daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihand K24

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di derbarê roja jenosîda li dij Kurdên Êzdî li Şingalê, daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihand K24.

Ev naveroka daxûyaniyê ye:
Em jenosîda Şingalê ya ku li ser Kurdên Êzidî pêk hatî ji bîr nakin, em qesasan rûreş dikin
Îro pêncemîn salvegera êrîşa DAIŞ a hov û terorîst a li ser Şingalê û derdora wê û komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê vê rêxistinê ve ye.

Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh bir ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin.

Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî mecbûr man cîh û warê xwe bihêlin, terk bikin.

Birîna jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne, birîneke kûr e û ya hemû Kurd û Kurdistanîyan e.

Heta nuha jî gelek keç û jinên Kurdên Êzidî di destê DAIŞ a hov de ne, wendayî ne.

Heta nuha jî piranîya gelê me yê ku mecbûr mane Şingalê terk bikin, nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.

Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê divê ji bo pêçana birîna xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî bernameyeke taybet deynin ber xwe û bi cîh bînin.Nuha Parlamentoya Kurdistanê amadeyîya ê dike ku roja 3yê Tebaxê weke roja bibîranîna jenosoida Kurdên Êzidî bê tesbît kirin.

Em jî piştgirîya banga Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçrivan Barzanî ya ku ya li Netewên Yekgirtî kiriye da ku jenosîda Kurdên Êzidî bi fermî ji alîyê Netewên Yekgirtî bê qebûl kirin dikin.

Di pêncemîn salvegera jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne de,em DAIŞ ê û hemû piştgirên wan careke din rûreş dikin.

Em di 5êmîn salvegera jenosîda Şingalê ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne de, em hemû şehîdên vê jenosîdê bi giramî bibîr tînin; em xemxur û şirîkê hmû êş û birînên xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî ne.

Di pêncemîn salvegera jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne de,em DAIŞ ê û hemû piştgirên wan careke din rûreş dikin.03.08.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê