Nêçîrvan Barzanî: Êzidatî, Şingal, Laliş û Şerfedîn ji Kurdistanê cuda nebin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 5emîn salvegera jenosayda Êzidiyan de ragihand, ew ji xem, jan û birîna Êzidiyan têdigihin û tekez kir jî, Êzidîtî, Şengal, Laliş û Şerfedîn ji Kurdistanê cuda nabin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 5emîn salvegera jenosayda Êzidiyan de ragihand, ew ji xem, jan û birîna Êzidiyan têdigihin û tekez kir jî, Êzidîtî, Şengal, Laliş û Şerfedîn ji Kurdistanê cuda nabin.

Nêçîrvan Barzanî ragihand jî: Îro bi rêz bîranîna qurbaniyên hovitirîn tawan dikin, ku ti kesî bawer nedikir di sedsala 21em de tawanek bi vî awayî rû bide. Ji qurbaniyan re dibêjin, her dem hûn di bîra me de ne.

Êzidî di dirêjahiya dîrokê de bi dehan ferman û karesat bi serê wan de hatin, lê bi hêz û bi bîr û baweriyên xwe berevanî kirin û dest ji xak û bîr û baweriyên xwe bernedan.

Ligel wan hemû karesat û fermanan, Êzidî wek kultureke zindî ya pêkvejiyanê bi pêkhateyên din ên Kurdistanê re li ser xaka man û hetaheta jî dimînin. Ew dimînin û Laleş û mezara Şerfedîn diparêzin.

Ew jenosayda ji aliyê DAIŞê ve hatiye bi ser Êzidiyan ve hatiye, tiştekî kêmwêne ye, ta niha 80 gorên bikomî û bi sedean gorên din hatine dîtin.

Ewê bi serê Êzidiyan de hatiye, mezintirîn tawan bû, bi awayekî 360 hezar Êzidî koçber û derbider bûn, 67 mezarên Êzidiyan hatin teqandin, zêdetir ji 100 hezar Êzidî koçberî welatên cîhanê bûn. Ev reştirîn karesat di dîrokê de ye. Lê yek ji wan nekarî Êzidiyan û Kurdistanê ji hevcuda bike. Êzidî kevintirîn pêkhateyên ser xaka welatê me ne.

Em dizanin armaca dijminan bêhêvîkirin û derxistina Êzidiyan ji ser xaka xwe û bab û pîran xwe bû. Dixwastin ew li ser xaka xwe nemînin û derbider bibin, bê kesûxwedan bin û keltur û nerîtên xwe bicih bihêlin. Em her karekî dikin ji bo Êzidî li ser xaka xwe û Kurdistanê bimînin.

Piştî karesata Şingalê, me kar ji bo rizgarkirina Êzidiyan kir. Piştî karesatê li Duhokê bi Mîr Tehsîn Beg û Civata Rûhanî re civiyan. Me nivîsgehek bo rizgarkirina dê û xwişkên Êzidî damezirand û ta niha 2225 jin û 1284 mêr hatine rizgarkirin, lê hîna 1323 jin û 1585 mêr jî çarenivîsa wan ne diyar e.

Li vir we dilniya dikin, her hewlekê didin ji bo ewên mane jî rizgar bêne rizgarkirin û çarenivîsa wan diyar bikin. Gelek spasî ji nivîsgeha rizgarkirina Êzidiyan re. Xwişk û dayikên me yên ji destê DAIŞê rizgar bûne sembola rûmetê ne û serbilindên miletê me ne û divê rêz û cihê wan yên taybet di nava civakê de hebe.

Hem Hikûmeta Herêma Kuridstanê û Hikûmeta Bexdayê û civaka navdewletî jî hevkar dibin, ji bo ew careke din dest bi jiyana xwe ya asayî li navçeyên xwe bikin.

Duhî Parlemana Kurdistanê roja 3ê Tebaxê wek Roja Jênosaydkirina Êzidiyan diyar kir, hêvîdar in li ser astê navdewletî jî heman kar bê kirin. Pêştir Hikûmetê kar ji bo wê yekê kir û daxwaza taybet jî pêşkêşî Netewên Yekgirtî kir.

Xelkê Şingalê û derdora wê hêjayî jiyaneke baş in li navçeyên xwe. Alozî û milmilane û nakokiyên partîtî nabe bibin sedema rêgiriyê li avedankirina Şingalê û bi berdewam jî kar dikin, ta Şingal bibe parêzgeh.

Nabe ti partiyek yan grûpek bibe sedema rêgiriyê li pêş vegera xelkê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan. Pêwîst e çareseriyek ji rewşa Şingalê re bê dîtin û sindoqek ji bo avedankirina Şangalê bê damezrandin û Herêma Kurdistanê amade ye tê de beşdar be. Herwiha pêwîst e ji budceya dahatî ya Iraqa federal jî bireke pere ji bo Şingalê bê texankirin.

Xelkê Duhokê tabloya pêkvejiyanê nîşanî cîhanê da û deriyê mal, dibistan û mizgeftên xwe ji koçberên Şingalê re vekirin.

 

 

S. B