Li çiyayê Qereçoxê 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Di êrîşeke esmanî ya Hevpeymanan li ser zincîreya çiyayê Qereçox de, şeş çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên Hevpeymanan cihekî çekdarên DAIŞê li zincîreya çiyayê Qereçox bombebaran kir û şeş çekdar kuştin.

Şaneya Ragihandina Cengê ya Iraqê belav kir, Di êrîşeke esmanî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li ser zincîreya çiyayê Qereçox de, şeş çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Amaje bi wê jî kir, piştî destketina zanyariyên hewalgîriyê, cihê çekdarên DAIŞê hat bombebarankirin.

Ji aliyekî din ve, çekdarên DAIŞê li gundekî nêzîkî bajarokê Ebare li bakurê rojhilatê parêzgeha Diyalayê êrîşî ser xala pişknînê ya hêzên ewlehiyê kir û di 2 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn.

Di destpêka vê hefteyê de, hêzên Pêşmerge û asayişê êrîşek çekdarên DAIŞê li ser nahiya Koleco ya qezaya Kifrî şikandibû.

Ji piştî 16ê Cotmeha 2017an û vekişîna hêza Pêşmerge, valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê durist bû û vê yekê hîşt ku çekdarên DAIŞê xwe vedizin û êrîşî ser hêzên leşkerî û ewlehiyê bikin.

 

S. B