Erdogan gefa destpêkirina operasyoneke nû dixwe

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dubare gefa operasyona leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê dixwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dubare gefa operasyona leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê dixwe.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di kombûna bi balyozên li Tirkiyê de ragihand, Operasyonên wan ên li Efrîn û Mertala Firatê dê di demek nêzikê de derbasî asteke din bibe (operasyona rojhilatê).

Erdogan got: “Mafê Tirkiyê heye her cûre gefên li dijî mayîndebûna xwe tine bike. Pirsgirêke sereke ya welatê me tinekirina terora li bakurê Sûriyê ye.  Heta YPG neyê tinekirin Tirkiye ewle nabe. Îro ya pêwîst em nekin sibe emê bi bacên girantir bikin. Ew pêvajoya Operasyonên Mertala Firatê û Efrînê dê di demek nêzik de derbasî asteke din bibe. Bi vî awayî em li bakurê Suriyeyê korîdora aşitiyê ava bikin.” 

Erdogan hêvî dike jî ku Amerîka li gor pêwedniyên hevpeymaniya rasteqîn gavan bavêje.

Ev daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê di demekê ye, ji duhî şandeke leşkerî ya Amerîkî li ser herêma ewle li Enqerê bi berpirsên Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê di civînan de ne.

Wezîrê Bergîriyê ya Amerîka Mark Esper îro ragihand, çi operasyoneke leşkerî ya tekane ji aliyê Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê bê kirin, Amerîka dê rêgiriyê lê bike.

 

 

S. B