Kuştina Kurdan li ser sinoran

Li Tirkiyê li bajarên Agirî û Colemêrga bakurê Kurdistanê li ser sînorên Iraq û Îranê du ciwaên Kurd hatin kuştin. Di 2ê Tebaxê de Vedat Ekînciyê 14 salî li navçeya Robaroka Colemêrgê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve û di 3ê Tebaxê jî Haşem Tilaver li Navçeya Bazîda Agiriyê ji aliyê pastarên Îranê ve hatin kuştin

K24-Enqere

Li Tirkiyê li bajarên Agirî û Colemêrga bakurê Kurdistanê li ser sînorên Iraq û Îranê du ciwaên Kurd hatin kuştin. Di 2ê Tebaxê de Vedat Ekînciyê 14 salî li navçeya Robaroka Colemêrgê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve û di 3ê Tebaxê jî Haşem Tilaver li Navçeya Bazîda Agiriyê ji aliyê pastarên Îranê ve hatin kuştin

Taybetî di sersaxiya Vedat Ekînciyê 14 salî de parêzgerê Colemêrgê Îdrîs Akbiyik gotibû ev kuştin bi qezayî çêbûye û qedera vê erdnigariyê ye. Ev daxuyaniya parêzger rastî bertekan hat.

Parlementerên partiya deshilattadr Ak Partiyê di vê mijarê de nêrînên xwe parve nakin. Lê belê rayedan partiya muxalefeta sereke ya Tirkiyê CHP bertekan nîşanî daxuyaniyên parêzgeriya Colemêrgê didin û dibêjin Çima qedera erdnigariyê her ciwanên kurd dikuje û ev kuştin bi zanebûn hatiye kirin.

Sezgîn Tanrikulu -parlemnterê CHPê yê Stenbolê, got: Armanca vê yekê ne ewlehiye, bi kêfî kuştina ciwan ye. Ev kesên ku diçin der sînoran di bin çavdêrî û bi agahiya leşkerên ser sînoran de hatin çûna xwe dikin. Loma jî ne raste ku mirov bibêje ev qeza ye. Parêzgerê Colemêrgê jî gotiye ku ev qedera vê erdnigariyê ye. Çima qedera vê erdnigariyê her tê ciwanên Kurd, gelê Kurd dikûje? Mixabin tê xwastin ev bûyer jî weke roboskiyê bê windakirin. Li Bajarên Kurdan ev kuştinên ku nayên ronîkirin her yek ji wan roboskiyeke.

Parlementerê HDPê yê Diyarbekirê Paro Paylan jî dibêje polîtîkayên şer yên ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve têne birêvebirin her dibe sedema kuştina zarokên Kurd û ger ev polîtîka berdewam bike dê her liv ê erdnigariyê gelê Kurd bê kuştin.

Garo Paylan -Parlemnterê HDPê yê Diyarbekirê, dibêje: Dema ku ez zarokê 14 salî yê ku li Colemêrgê hatiye Kuştin dibînim em dizanin ku roboskî berdewam dike. Dewlet kuştina zarok û sivîlan wek qederê bi nav dike. Nexêr ev kuştin encamên polîtîkayên şer e.

pêwîste dev ji polîtîkayên şer bê berdan û bi polîtîkayên aştiyê pêşiya kuştina zarokên me bê girtin. Em bangî hemû gelên Mezopotamya û Anatolyayê dikin, werin em aştiyekê ava bikin da ku zarokên me û wijdana me nemire.

Di 28ê Berfanbara sala 2011an de li Gundê Roboskiya ser naveya Qilêbana Şirnexa bbajarê Bakurê Kurdistanê 34 welatiyên Kurd ku ji bo debara xwe bazirganiya ser sînor ango qaçaxçîti dikirin dema ku vedigeriyan mala xwe ji aliyê firokeyên şer yê Artêşa Tirkiyê ve hatin qetilkirin. Ev 8 sal li ser vê qetlîamê re derbas bûye û hêj tu leşkereke berpirs û rayedarek nehatiye sizakirin. Siyasetmedar jî dibêjin ev bûyerên dawî jî neyên ronîkirin dê li Bakurê Kurdistanê roboskiyên din jî bên kirin.