Babacan: Me dest bi xebatên Partiya Nû kir

Cigîrê Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Alî Babacan ji bo partiya xwe ya nû dest bi xebatan kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Cigîrê Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Alî Babacan ji bo partiya xwe ya nû dest bi xebatan kir.

Alî Babacan dibêje, wî digel hevalên xwe ji bo çareserkirina pirsên Tirkiyê dest bi xebatan kirin e û hejmarek zêde kes û alî dixwazin, bi ezmûnên xwe piştgirî bidin xebatên avakirina partiya nû. Ew amade ne nêrîna her aliyê civaka Tirkiyê guhdariyê bikin û danûstandinê esas digrin. Pêwîstiya Tirkiyê bi parastina desthilatdariya hikûqê, maf û azadiyan û demokrasiya bilind, başkirina aboriyê heye. Gihiştina van armancan erk û berpirsiyariya wan a civakî û siyasî ye. Ji bo vê yekê wan xebatên xwe dan e destpêkirin û dê di demek nêzik de, li ser xebatên xwe agahiyên berfirehtir bidin.

 

 

C.B