Jikar dûrxistin a şaredaran rastî nerazîbûnên berfereh tê

Jikar dûrxistin a şaredarên HDP ên Wan, Mêrdîn û Diyarbekrê, nerazîbûnên berfereh di nav gelê bakurê Kurdistanê û herweha tevgera siyasî ya bakurê Kurdistanê de jî peyda kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Jikar dûrxistin a şaredarên HDP ên Wan, Mêrdîn û Diyarbekrê, nerazîbûnên berfereh di nav gelê bakurê Kurdistanê û herweha tevgera siyasî ya bakurê Kurdistanê de jî peyda kir. Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi daxûyaniyên cuda, ev kiryara dewleta Tirkiye şermezar kirin.

Biryara tayîn kirina qeyûmên ya li ser şaredarîyan tune hesibandina  îradeya dengdêran e

Wezareta Navxwe ya Dewleta Tirkîyeyê, roja 19.08.2019an Şeredarên Amed, Wan û Mêrdînê ji kar dûr xist û li cîhê wan qeyûm tayîn kir.

Di hilbijartinên 31ê adara 2019an de gelê Amedê, Wanê û Mêrdinê, bi dengdanê, şaredarên xwe hilbijartibûn. Ev biryara tayîn kirina qeyûman ya li ser her sê şaredarîyan, birayereke anti demokratîk e û  îradeya gelê van bajaran  tune dihesibîne. Helbete ku qeyûm nayên qebûl kirin.

Biryara tayîn kirina qeyûman, ne biryareke hiqûqî ye. Aşkere ye ku , ev biryar di eslê xwe de, weke wan êrîşên eskerî, weke wan girtin, hefs kirin û dozên ku têne vekirin,  biryarên sîyasî ne. Ev biryara tayîn kirina qeyûman, nîşana tune hasibandina îradeya gelê Kurd e, nîşana binpê kirina azadî û demokrasîyê ye.

Belê, me gelek caran gotibû û em nuha jî dibêjin ,Dewleta Tirkîyeyê, divê dest ji vê sîyaseta şîdetê, tûnd û tûjîyê ya ku li ser dijayetîya Kurdan ava kirîye berde.Divê  em gişt di çareserîya hemû pirsgirêkan de rêya dîyalogê esas wergirin û  ji bo çareserîyê, bi rê û rêbazên demokratîk û sîyasî divê gav bêne avêtin. Rêya herî rast û maqûl ev e. 19.08.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

.....

Kayyim Pêpes Kirina Vîna Gel E

Wezareta Hundurî ya Tirkiyê lî ciyên Şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê kayim destnişan kir.

Ev karê hanê pêpes kirina vîna dengderên Kurdan e, ku dengê xwe dabûne wan.

Çu bingehê huquqî ji bona destnişan kirina kayyiman nîne û tayin kirina kayyima berdewamiya siyaseta zilm û zordarî li ser gelê Kurd e, ku di van demên dawî roj bi roj pirtir dibe.

Destnişan kirina kayyim pêşî lê girtina eşkere bûna gendeliyên kayyimên berê ne.

Bi destnişan kirina kayyimên va AKP dixwaze tola xwe ji gelê Kurd, ku bi dengên xwe bibûn sedema serneketina AKP di hilijartina şaredariyê li bajaren mezin wekî İstanbul, Ankara, Antalya veke.

Balkêş e, di demekê da, ku dewleta Tirk ji bona erîş kirina Kurdistana Rojava xwe amade dike, kayyim têne destnişan kirinê.

Tayin kirina kayyiman qehimtir kirina astengan e, ku li peşiya xebata legal û siyasiya Kurd hatiye danin. Her usa armanca destnişan kirina kayyiman peşî lê girtina dengên îtîrazê ye.

Em bi tundî tayin kirina kayyiman mehkum dikin û daxwaz dikin, ku her çi zûtir şaredariyên meşru vegerine ser postên xwe.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), daxwaz ji hêzên aşitîxwaz, demokrat û hestyarên Tirkiyê dike, ku dengê xwe bilind bikin.

PSK daxwaz ji partiyen Kurdistana Bakurê dike, ku bona parastina meydana xebata legal û demokratîk, bona hilgirtina astengên li peşiya xebata hanê, destê xwe bidine hevudu.

PSK daxwaz dike, ku li dijî tayin kirina kayyiman bertekên demokratîk û meşru bêne nişan dan û zirufê hestyar a navçeyê li ber çavan be.

PSK piştgiriya xebata huquqî a şaredarên meşru, ku ciye wan kayyim hatine destnişan kirin, dike.

19 Tebax 2019

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê