Polîsên Tirkiyê parlemanterên HDPê li Diyarbekirê xistine dorpêçê

Avahiya HDP li Diyarbekirê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye dorpêçkirin û rê nadin rayaderên HDPê meşa ber bi Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ve lidar bixin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Avahiya HDP li Diyarbekirê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye dorpêçkirin û rê nadin rayaderên HDPê meşa ber bi Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ve lidar bixin.

Zextên hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li dijî HDPê berdewam in. Piştî destdanîna li ser sê şaredariyên HDPê, hêzên ewlekariyê li dijî HDPê bergiriyên tund werdigrin û bi ti awayî rê nadin çalakî û xwenîşandan were kirin.

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê da zanîn, ji aliyê HDPê ve bangewaziyek hatibû kirin, îro demjimêr 11:00 dê li pêş avahiya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê bi tevlîbûna Hevserokê HDPê Sezaî Temellî û parlemanterên HDPê daxuyaniyekê bê dayîn, ji bo ev daxuyanî nebe cihê xwepêşandanê, hêzên ewlekariyê avahiya HDPê ya Diyarbekirê dorpêç kiriye.

Parlementerên HDPyê jî di avahiyê de asê mane û car caran di navbera polîs û parlementeran de alozî derdikeve. Parlemantera HDPê Samra Guzel jî ku xwast ji avahiyê derkeve, lê polîsan rê nade.

Bi biryara Wezareta Karên Navxweyî yê Tirkiyê di 19ê Tebaxê da bi hinceta bangeşeya bo terorê, hevşaredarên HDPê yên Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Adnan Selçuk Mizraklî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Bajarê Mezin ê Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji kar hatin dûrxistin û li dewsa wan Walîyên van bajaran wek "qeyûm" hatin destnîşankirin

 

 

S. B