Rejîma Sûriye: Me deverek berfereh li parezgehên Hema û Idlibê kontrol kir

Artêşa Sûriyê kontrolkirina hejmarek bajar û bajarokên parêzgehên Idlib û Hemayê ragihand

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Sûriyê kontrolkirina hejmarek bajar û bajarokên parêzgehên Idlib û Hemayê ragihand.

Serkirdayetiya Giştî ya Artêş û Hêzên çekdarên Sûriyê di daxuyaniyekê de kontrolkirina hejmarek bajar, bajarok û navçeyên parêzgehên Idlib û Hemayê ragihand.

Serkirdayetiya Giştî ya Artêşa Sûriyê ragihand, Hêzên wan derbeyên mezin li çekdarên Opozisiyonê dan e. Ziyanên canî û maddî yên mezin gihandine wan çekdaran, û şerê wan li dijî wan çekdaran berdewam dibe, heta ku tevayiya xaka Sûriyê ji wan çekdaran, ku bi terorîst binav kir, paqij bike.

 

 

 

C.B